Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Civînên qadê yên Nûçegihaniyê ku her sal bi bangewaziya bianetê li dar dikevin, roja şemiyê (28 Çiriya Pêşiyê) li Taksim Nippon Otelê bi rê ve çû. Sernavên ku îsal di civînê de hatin nîqaşkirin nûçagîhaniya Zayendiya Civakî û Mafên Mirovan û Azadiya Xweîfadekirinê bûn.
Edîtora bianetê nûçeyên mafên mirovan Ayça Söylemez, ya nûçeyên azadiya xweîfadekirinê Elif Akgül û ya mafên jinan û LGBTİ+yan Çiçek Tahaoğlu di civînan de moderatorî kirin û ji 29 rêxistinên sivîl 40 kes beşdarî lê kirin.
Beşdaran behsa xalên neyênî û erênî yên di Nûçegihana Zayendiya Civakî û Mafên Mirovan û Azadiya Xweîfadekirinê yên bianetê de kirin û wan û edîtoran li ser pêşdeçûna bianetê gotûbêj kirin.
Beşdaran diyar kirin ku bianet ji bo wan û saziyên wan weke referand û çavkanî ye û li ser dîzayn û kanalên wê yên medyaya civakî nêrînên xwe anîn ziman.
Di civînan de hat gotin ku saziyên sivîl û çapeminî îro li Tirkiyeyê ketiye nava tengaviyê û têkiliya rêxistinên mafparêz him di nava xwe de him jî bi çapemeniyê re kêm bûye.
Nûçegihaniya mafên mirovan û azadiya xweîfadekirinê
Beşdaran diyar kirin ku bianet “çavkaniyeke pêbawer, bikalîte, dirust û dikarin berhev bikin” û gotin ku ji hêla termonolojiyê wan perwerde dike.
Pêşniyar hatin kirin ku divê li bianetê platformên nîqaşê bên avakirin, li bajaran atolyeyên perwerdeyê bên çêkirin, torên herêmî bên xurtkirin û bi awayî bêxtir bê xuyakirin.
Nûçegihaniya zayendiya civakî
Beşdaran diyar kirin ku bianet di hêla Nûçegihaniya jin û LGBTİ de ji medyaya belavbûyî cuda dibe û ji bo wan çavkaniyeke girîng e.
Beşdaran xebat û nûçeyên bianetê yên di warê mafên jin û LGBTİyan de erênî nirxandin ji bo naverokê hin pêşniyar kirin.
Di nava van pêşniyaran de hat xwestin ku ji bo têgeha tundkariya zayendî di nava civakê de bêhtir bê famkirin kar bê kirin û ragihandina pirsgirêkên LGBTİyan ên di girtîgehan de proje bên çêkirin.
Rêxistinên sivîl ên ku beşdarî civînan bûn wiha ne
KAOS GL, Cinsel Şiddetle Mücadele Derneği, Sosyal Politikalar Cinsiyet Kimliği ve Cinsel Yönelim Çalışmaları Derneği (SPoD), Genç LGBTİ+ Derneği, Mor Çatı, Kadın Merkezi Vakfı (KAMER), Kuir Kıbrıs Derneği, 5 Harfliler, Türkiye Gazeteciler Sendikası (TGS), Eller Konuşur, Basın Konseyi, Düşünce Suçuna Karşı Girişim, Barış Vakfı, Batman Barosu, Baran Tursun Vakfı, İnsan Hakları Ortak Platformu (İHOP), İnsan Hakları Derneği (İHD), Mayınsız Bir Türkiye Girişimi, Mülteci-Der, Uluslararası Af Örgütü, Özgürlükçü Hukukçular Platformu (ÖHP), Türkiye İnsan Hakları Vakfı (TİHV), Eşit Haklar İzleme Derneği, İltica ve Göç Araştırmaları Merkezi (İGAM), Batman Kadın Dayanışma Derneği, İstanbul Onur Haftası Komitesi, Ceza İnfaz Sisteminde Sivil Toplum Derneği (CİSST) , Küresel Barış ve Adalet Koalisyonu. (HK/TP/PT/FD)