Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rapora Azadiya Weşangeriyê ya Yekîtiya Weşangeran a salên 2016-2017ê hat weşandin.
Yekîtiya Weşangeran Rapora Azadiya Weşangeriyê “bi armanca sînorên azadiya weşangeriyê raxe per çavan” ji sala 1995ê û vir ve diweşîne. Di raporê de sernivîsên qedexeyên pirtûkan, pirtûkên ku weke delîlên sûcan hatine dîtin, girtina nivîskaran, êrîşên li hemberî weşanxaneyan, astengkirina pirtûkên di sîstema perwerdahiya netewî de, tabloya azadiya çapemeniyê, qedexeyên pirtûkên li girtîgehan û zêdebûna çewisandinên di medyaya civakî de yên îsal bi rewşa awarte re zêde bûne cî digirin.
Di raporê de hatiye gotin ku 1656 kes ji ber parvekirinên xwe yên di medyaya civakî de hatine girtin û Tirkiye di sansûra Twitterê de li cîhanê di rêza yekê de ye. Girtina ansîklopedî ya înternetê ya herî mezin a cîhanê Wîkîpedîa yê jî di raporê de ci girtiye.
Weşanxaneyên ku hatine girtin
Li gorî raporê di çarçoveya Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê (KHK) ya di 27ê Tîrmeha 2016ê de hatiye derxistin de, 16 kanalên Televizyonê, 2 kanalên radyoyê, 45 rojname û bi 15 kovaran re 29 weşanxaneyên bi Rêxistina Terorê ya Fethulahî (FETO) re tên têkilîkirin hatin girtin. Bi KHK ya di 29ê Cotmehê de hat ragihandin re hejmara weşanxaneyên ku hatin girtin gihîşte 30î.
Weşanxaneyên ku hatin girtin ev in: Altınburç Yayınları, Burak Basım Yayın Dağıtım, Define Yayınları, Dolunay Eğitim Yayın Dağıtım, Giresun Basım Yayın Dağıtım, Gonca Yayınları, Gülyurdu Yayınları, GYV Yayınları, Işık Akademi, Işık Özel Eğitim Yayınları, Işık Yayınları, İklim Basın Yayın Pazarlama, Kaydırak Yayınları, Kaynak Yayınları, Kervan Basın Yayıncılık, Kuşak Yayınları, Muştu Yayınları, Nil Yayınları, Rehber Yayınları, Sürat Basım Yayın Reklamcılık Eğitim Araçları, Sütun Yayınları, Şahdamar Yayınları, Ufuk Basın Yayın Haber Ajans Pazarlama, Ufuk Yayınları, Waşanxaneya Nil, Yay Basın Dağıtım, Yeni Akademi Yayınları, Yitik Hazine Yayınları, Zambak Basın Yayın Eğitim Turizm, Evrensel Basım Yayın.
Li girtîgehan pirtûkên Kurdî qedexe ne
Li gorî raporê li girtîgehan, astengî û qedexeyên li hemberî girtiyên ku hejmara wan ji 200 hezarî bihûrîn zêde bûn. Hejmara pirtûkên ku wê girtî li gel xwe bihêlin hatin sînordarkirin. Li gorî vê divê her girtî tenê 15 pirtûkan li gel xwe bihêlin û ev biryar li hemî girtîgehan hat bicîanîn.
Pirtûkên Kurdî yên ku derbarê wan de biryara weşandin an jî komkirinê nehatine dayîn, ji ber zimanên wan, “zerardar” hatin dîtin û ketina wan a hin girtîgehan hat qedexekirin. Rêveberiya Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê biryar girt ku ji bo giriyên di lêpirsîna terorê de hatine girtin, divê tenê “pirtûkên dersan” bên şandin. (TP/HK/FD)