Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî meşa 24 rojan dom kirî. Meşa bi navê Meşa Edaletê bi Mîtînga Edaletê bi dawî bû. Mîtîng li Meydana Maltepeyê ya Stenbolê hat kirin.
Mîtîngê siet 18.00ê dest pê kir. Piştî ku Kemal Kiliçdaroglû, serokê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) hat meydanê û bangeka ji 10 xalan pêk tê xwend mîtîng qediya.
14.00 beşdarên mîtîngê ji Amûra X-Rayê derbas bûn û çûn meydanê.
14.15 Posterê li ser Edalet nivîsî li dikê hat hilawistin.
16.30 Sitranbêjê Onur Akin çû ser dikê û sitrana “behkle bîzî Îstanbul(Stenbol li benda me be) got.
17.35 Zûlfû Lîvanelîyî strana “Merhaba(Merheba)” got.
Li gor daxuyaniya berdevkê CHPyê Ozgûr Ozelî li meydanê Milyonek û 600 kes kom bûbûn.
Kemal Kılıçdaroğlu alana girdi. pic.twitter.com/wk6Lc1kI4N
— Tansu (@tansupiskin) July 9, 2017
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(NV/MB)
Meşa Edaletê:
77 rêxistinên LGBTI û jinan beşdarî Meşa Edaletê bûn
Meşa Edaletê di roja 21ê de ye
Meşa Edaletê di 20emîn roja xwe de berdewam dike
Meşa Edaletê 19 roj in ku didome
Meşa Edaletê di roja 16emîn de berdewam dike
Kiliçdaroglû: Em li dijî hemî provakasyonan amade ne
Hin xwenîşandaran zibil rijand ber derîyê kampa beşdarên Meşa Edaletê
CHPyê îtiraza girtina Berberoglûyê parlamenter kir dadgehê red kir
Xwenîşandarek di “Meşa Edaletê” de ket krîza dilî û mir