Di çerçoveya xebata bi navê ‘Dengê Jinên Mezopotamyayê’ de li Amedê li Qesra İskender Paşa bernameyeke berfireh hat li dar xistin. Di pêşengeha ku ji wêne û jiyana jinên dengbêj pêk hatî de pêşengtiya xebatê Zeynep Yaşê kir.
Xebata Dengê Jinên Mezopotamyayê ku bi piştgiriya CultureCIVICê destpê kirî jiyan û berhmên 33 dengbêjên jin ên ku li erdnîgariyên cuda de pişt daye mûzîka kurdî hatin tomarkirin û berhemên wan hat dijîtalîzekirin.
Di çerçoveya bernamya KU dê 3 rojan berdewam bike de, yek ji xebatkara projeye Bêrîvan Matyarê bi bianet kurdiyê re axivî.
Bêrîvanê diyar kir ku armanca xebatê amadekirina arşîva jiyan û berhemên dengbêjên jin in û ev tişt anî ziman:
“ Em di wê hêviyê de ne ku ev xebat berbidewam bibe û piştgiriyê xurt bigre de ku em van dengên arkaîk yên mîna Banû Şîrwanî zêdetir bibihîzin. Ji ber ku bi xebatên vî rengî dengê van hunermendan careke din zindî dibe.”
Pêşengeha jinên dengbêj a ku ji wêne û jiyana wan dengbêjan pêk tê dê heta 3 rojan vekirîbe.