Aysel Tûglûk tehliye bûye

Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Saziya Tipa Edlî(ATK) duh (26ê Çiriya Pêşiyê) rapora ku Tûglûk “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû. Nexweşa demansê Aysel Tûglûk serbest bûye.
Tûglûk danê êvarê piştî biryara ATKê sewqî Dozgeriya girtîgehê û rêveberiya girtîgehê hatiye kirin û serbest bûye
Tûglûk li ber girtîgehê ji aliyê birayê xwe Alaattîn Tûglûk, parêzer û wekîlên HDPê ve hatiye pêşwazîkirin.
Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr danê sibehê beriya ku Tûglûk bê berdan ji bianetê re axivî û diyar kir ku "Rapora ATK'ê di derdora seat 11.30'an de gihişt girtîgehê" û gotiye.
"Me vê sibê dîsa serlêdan kir. Em hîn bûn ku rapora herî dawî ya ATKê di derdora seat 11.30'an de gihiştiye girtîgehê. Em li bendê ne ku di nava saet an du saetên pêş de serbest bê berdan. Diviyabû ev biryar beriya du salan bihata girtin û biryara niha jî nîşan dide ku çawa hatiye girtin. Nexweşî pêşketiye. Piştî vê qonaxê dermankirina wî ne mimkûn xuya dike, lê bi kêmanî ew ê di şert û mercên li gorî rûmeta mirovan de jiyana xwe bidomîne."(RT/AY)
Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"

Koma ku stranên “Keça Kurdan” û “Şervano” digotin hatin desteserkirin

Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin

13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind

Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir
