Atolyeya wêneyan a ji bo zarokên Sûrê

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Koordînatorê Galerîya Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Kîbar Suvarîyê wênegir atolyeyeka ji bo 8 hefteyan, ji bo 10 zarokên di emrên 11-13 salî de da dest pê kirin.
Suvarîyî diyar kir ku ew vê xebatê bi zarokên Diyarbekirê(Amedê) re dike, zarokên di civakê de hestên xwe tepeser kirîn dê bikarin bi vê yekê xwe îfade bikin.
‘’Armanca me ew e ku li şûna ew hestên xwe tepeser bikin, bila ew rewşa xwe qebûl bikin û bi jixwebawerîyê rêyên çareseriyê bibînin û vê yekê bi wêneyan belge bikin.’’
Suvarîyî eşkere kir ku ji bo jiyana zarokan divê şiyana empatîkirinê bê başkirin û got ew hewil didin nîşanî zarokan bikin di rewşên cida yên jiyanê de hestên xwe fêm bikin û bingehên wan hestan bibînin.
Mijarên xebatê
Xebat dê li Mala dengbêjan bê kirin û mijar dê ev bin: Lîstikên hevnasînê, wêneyên hest û ramanan, ji gelaşdanikan çêkirina hûrbînan, dûrbîna kulîlkan, wênegirik, lîstikvanî, sekinandina dîmenan, nivîsîna bendikên kurt, îfadekirina taybetiyên kesane û girtina wêneyên hevalan, axiftinên li ser wênegirtinê, teknîkên wênegirtinê, afirandina fikreka xweser û geşkirina wê, wênegiriya xweser, nivîsîna nameyekê û dîyarkirina hestên li ser projeyê.
Piştî atolye temam dibe wênegirik dê ji bo zarokan bêne dîyarîkirin. (BD/YY/MB)
Civata Huner&Çand a Amîdartê wê “deng”ên Amedê tomar bikin

Li Amîdartê hevdîtinên online destpê kirine

Dadgehê ji ber afîşeka filmekî ceza daye Veysî Altay û Dîcle Anterî

Walîtiya Edeneyê şanoyên bi kurdî qedexe kiriye

BÎRCAN DEGIRMENCIYÊ NIVISIYE
Demsala nû ya Şanoya Bajêr a Amedê wê bi "Tartuffe" dest pê bike
