Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û Cemiyeta Rojnamegerên Azad bi piştgirî û beşdariya Kaos GLyê, li Mêrsînê “Atolyeya Nûçegihaniya Zayendparêz” pêk anî.
Nûnerên saziyên Jinan û LGBTÎyê û xwendekarên beşa ragihandinê beşdarî atolyeyê bûn. Medyakaran û xebatkarên saziyên civakî nûçeyên rojnameyê neteweyî xwendin, nûçeyên xeletî tê de heyîn hilbijartin û ji nû ve nivîsîn.
Beşdaran li ser mijara ‘’xwekuştinê’’ û nivîsîna nûçeyên li ser wê mijarê minaqeşe kirin.
Piştî ceribandina çêkirina hevpeyvînên ji bo televizyonan atolye bi dawî bû.
Proje
‘’Projeya Kitêboka Nûçegihaniya Zayenda Civakî û Kitêbxaneya Onlîne’’ bi piştgiriya Wasiteya Yekîtîya Ewropayê ya ji bo Mafên Mirovan û Demokrasîyê(DIHAA) tê bi rê ve birin.
Proje dê du salan bê domandin. Armanca projeyê minaqeşekirina li ser nûçeyên mafên zayendî binpê dikin e.
Di du salên atolyeyê de nûnerên LGBTÎyê û rojnameger dê li ser pirsgirêkên nûçeyên hatîn nivîsîn minaqeşeyan bikin. (EA/MB)