Yek ji nûnerên girîng ên wêjeya kurdî ya nûjen helbestvan Arjen Arî li Amedê bi çalakiya ku Weşanên Sor û malbata wî li dar xist de, hat bibîranîn.
Bername li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê hat lidarxistin. Gelek nivîskar, helbestvan, rewşenbîr û rojnameger beşdarî bîranînê bûn. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî li bernameyê amade bû. Di bernameyê de axaftin û çalakî bi kurdî hatin kirin.
Bername bi pêşangeha wêneyên Arjen Arî ên heta niha nehatine parvekirin dest pê kir. Di çalakiyê de, helbestvanên ku Xelata Helbestê ya Arjen Arî bi dest xistine, ku ji nû ve wekî setek taybet bi aliyê Weşanên Sor ve hatine weşandin, jî cih girt.
Herwiha pirtûka senaryoya fîlma Bîraxaneyê, yekem car ji bo xwêneran hat pêşkeşkirin. Fîlma Bîraxaneyê li ser jiyana Arjen Arî û helbestên wî hatibû çêkirin.
Çalakiya bîranînê bi stranên Mehmet Atlı û Xalit Tari qediya.
Derbarê Arjen Ariyî de
Arjen Arî di 1ê Nîsana 1956an de li herêma Omeriya li gundê Çalê jidayik bûye. Di 1979an de Enstituya Perwerdeyî ya Amedê, Beşa Zimanê Tirkî qedandiye. Cara peşî di kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyane. Weke gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi Tirkî dest bi helbestê kiriye. Di sala 1976an de li Nisebînê ji ber belavkirina belavokekê hatiye girtin. Wê demê polisan dest danîne ser helbestên wî yên kurdî û tirkî. Qasî hefteyekê di girtîgehê de maye.
Piştî 12ê îlonê ew li welêt maye, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatine weşandin. Di sala 1992an de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî bûye û ew birîndar birine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Piştî wê bûyerê êdî li Amedê bicih bûye. Helbestvan Arjen Arî ji ber nexweşiya penceşêrê di 30ê Cotmeha 2012an de çûye ser dilovaniya xwe.