Amedî: "Vê erdhejê em kuştin"

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Erdhejên bi pileya 7.7ê û 7.6ê yên li Mereşê pêk hatine, bandor li 10 bajaran kiriye û bûye encama wêrankariyeke mezin. Yek ji van bajaran jî Amed e. Amedî duh bi şev bi tirsa ku erd careke din biheje di konan de, li mizgeftan, li salonên şahiyê, li kolanan û li wesayitan man.
Ji bo welatiyan Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) li Parka Newrozê, Anitparkê, Parka Koşûyolû û li qada bajêr kon vedan. Lê ji ber ku hejmara van konan kêm bûn, gelek welatî bi şev li parkan û li kolanan agir dadan û betanî li xwe pêçan.
Suleyman Aslan li Parka Koşûyolûyê di konekî de dimîne, wî got, "Ji bo kon têra her kesî bikin em 25 kes di konekî de dimînin. Min rayedarekî/e dewletê bi tenê jî nedît. Ji bilî ya me xêra ti kesî bi me nebûye."
Naîme Acarê jî got, "Ez hîna jî behitî me. Di dema erdheja Elezîzê, ez li Elezîzê bûm. Rewşa min ewqas nebaş nebûbû. Ev çi ye hate serê me! Vê erdhejê em kuştin."
Li bajêr bi şev gelek kafe û xwaringeh girtî bûn. Bi tenê firin vekirîbûn û mirovan bi zehmetî ava vexwarinê û xwarin bidest xistin.
Li bajêr 7 avahî bi temamî rûxiyan. Li van avahiyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Welatî jî li ber enkazan li bende derxistina nas û dostên xwe bûn.
Ji Amedê çend fotograf:
(RY/HA/FD)
Li Amedê pêşangeha “Çîrokên Melezan” li benda we ye
.jpg)
Rojên Ma Musîcê dest pê kir

Li Amedê bîranîna 5ê Hezîranê: Hûn dikujin, lê dîsa jî em terorîst in
.jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Amed: Ne bi dilê me ye lê em ê dengê xwe dîsa bidin Kemal Kiliçdaroglûyî

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Biçin ser sindoqan
