Akademisyenê Aştîxwaz Hanifî Bariş hate berdan

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hanifî Bariş, Akademisyenê Aştîxwaz û parêzerê ku demeke berê ji ber nûçe li ser medyaya civakî par ve kiribûn û hatibû girtin, îro derket pêşberî dadgehê. Bariş di danişîna yekem a dadgehê de hate berdan.
Hanifî Bariş bi hinceta ku “gumana revê û veşartinê heye” hatibû girtin.
Heyeta dadgehê ji van navan pêk dihat:
Serok: Mûstafa Çakar Endam: Bariş Ozturk, Nejdet Tarhan Dozgerê Komarî: Arîf Kaplan
Hanifî Bariş ji ji Girtîgeha Sîlîvriyê ya Hejmar 5ê anîbûn dadgehê. Li gel Barişî, Mehmet Dogan, Ahmet Baran û Huseyin Bogatekîn, parêzerên wî li salona dadgehê amade bûn.
Kurteya îdianameyê hate xwendin. Piştî xwendina îdianameyê Bariş axivî û got ku tiştên wî par ve kirine, ne sûc in.
Paşê parêzeran daxwaz kirin ku Bariş were berdan û beraetkirin.
Dadgehê piştî navberekê biryara xwe aşkere kir û got ku wan biryara tehliyeyê ji bo Hanifî Barişî daye. Biryara tehliyeyê bi şertê kontrola edlî hatiye dayîn. Her weha biryara qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyeyê dane û daxwaz kirine ku heta danişîna pêş, Bariş teza xwe ya doktorayê ya ku bûye mijara sûcdariyan pêşkêşî dadgehê bike.
Hanifî Bariş wê 11ê Kanûna Pêşiyê saet 11.20 deqîqeyan careke din derkeve pêşberî dadgehê. (HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
