Ahmet Şik bi tometa wî ‘’heqaret li Yildirimî kiriye’’ hat dadkirin

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ahmet Şikî pirtûka xwe ya bi navê ‘’Em li van rêyan bi paralelî meşiyan’’ li ser têkiliyên AKP û Cimaeta Gûlenî nivîsîye.
Li Dadgeha Duyem a Sûlhê, dozger dixwaze Ahmet Şik heta 2 sal û 4 mehan bê girtin.
Li dadgehê Şikî gotiye wî li pirtûka xwe behsa gelek wezîran kiriye lê bi tenê ji bo Yildirimî doz li wî hatiye vekirin.
Şik: Min îdiayên li fezlekeyan nivîsîne
Şikî diyar kiriye agahiyên di kitêbê de, agahiyên di fezlekeyan de û li yên medyayê hatîn weşandin in.
Şikî gotiye: ‘’ Pirtûka berbehs li ser têkiliyên AKP û Gûlenî yên li dema xerabûnê ye.’’
Ahmet Şikî diyar kiriye heke dozgerî pirtûk xwendibûya dê bizaniya ku li pirtûkê mexseda heqaretê nîne.
Ahmet Şikî diyar kiriye nivîsîna wê pirtûkê yek ji karên rojnamegeriyê ne û gotiye ‘’ez ê li nivîsînê berdewam bim.’’
Du dozên li ser yek pirtûkê
Şik careka dî jî bi tometa wî heqaret li Tildirimî kiriye 4 hezar TL[ Lîreyên Tirkan] dabû. (EA/MB)
Ahmet Şik û Murat Sabuncu beşdarî Nobeta Edaletê bûn

DOZA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglûyî beraet kir

Nûçeya “Erdoganî daxwaza sansûrê kir” jî hat sansûrkirin

5emîn CIVÎNA DADGEHKIRINA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Biryar hat standin ku rojnameger girtî bimînin
