Fotografê manşetê: Emrah Kelekçiler
8emîn Fesivala Şanoyê ya Amedê bi sernavê 'Va Cûdî va ye ev ax' 20ê Çiriya Pêşiyê dest pê kiribû û 30ê Çiriya Pêşiyê bi dawî bû.
Di festîvalê de 17 lîstik, 2 semîner û kargehek pêk hatin. Ji van 17 komên lîstikê 12 kom bi kurdî şano dikirin. Ji bajarên cûrbicûr gelek lîstikvan û şanoger beşdarî festîvalê bûn.
Yek ji rêvebirên Şanoya Bajêr a Amedê Yavuz Akkuzuyî behsa naverok festîval û armanca kir û got: "Slogana me perçekek ji helbesta Arjen Arî bû. 'Va Cûdî va ye ev ax' bi vê sloganê me xwest balê bikşînin ser komkujiya xwezayê ya li Şirnexê û her wiha em li dijî polîtîkayên desthilatdariya heyî li ber xwe didin û em ê hertim ji bo çand û huner û zimanê xwe li ser dikê bin."
Şanogeran ji bianetê re behsa Festîvalê kirin. (RY/FD)