5 rojnamager jî ji ber Retweetê hatine desteserkirin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hat diyarkirin ku sedema desteserkirina edîtora me Evrîm Kepenek û rojnameger Sîbel Yukler, Delal Akyuz, Evrîm Denîz û Firat Can Arslan ewe ku ji bo tayînbûna dozger û hevjîna wî ya dadger ku ji Amedê bo Vezîrkoprûya Samsunê parvekirineke Twitterê ye.
Rojnameger Firat Can Arslan, derbarê tayînkirina dozger û hevjîna wî ya li heyeta dadgehê de bûye li ser Twîterê parvekirinek kiriye. Dozgerê navborî ew dozgereye ku amadekarê îddianameya 18 rojnamegerên Kurd ên ku di 18ê Hezîranê de li Amedê dihat darizandin e.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê derbarê Arslanê ku parve kiribû û rojnamegerên ew parvekirina Retweet kiribû de lêpirsîn daye destpêkirin.
Parêzer Resûl Temûr derbarê desteserkirina rojnamegeran de ji bianetê re axivî û diyar kir ku wan bi dozger re hevdîtin pêk anîne û heta niha derbarê naveroka lêpirsînê de nikarin agahiyên berfireh bigirin. Lê destnîşan kir ku sedema desteserkirina rojnamegeran parvekirina Arslan e.
Parêzer Resûl Temûr diyar kir û got, rojnameger bi tohmeta ku “nasnameya wezîfedarê dewletê aşkere kiriye û weke hedef nîşan daye” hatine desteserkirin.
(RT/AY)
Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"

Koma ku stranên “Keça Kurdan” û “Şervano” digotin hatin desteserkirin

Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin

13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind

Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir
