3yemin Rojên Hunera Kurdî bi pêşangeha wêneyan dest pê kir

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
3yemîn Rojên Çand û Hunera Kurdî ya ji hêla Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ve tê lidarxistin bi pêşangehekê dest pê kir.
Pêşangeh li Salona Civînê ya Cezayîrê ya Beyoglûyê ye û wêneyên ku ji hêla girtiyê bi navê Mûrat Satilmişî ve hatine xêzkirin tên pêşkêşkirin.
Festîval di navbera 25 û 29ê Çiriya Pêşiyê de wê bi rê ve biçe û di wê çarçoveyê de wê şano û film bên nîşandan, konser bên dayin û pêşangeh hebin.
Mijarên bi Rojhilata Navîn re eleqedar nîgar kiriye
Mûrat Satilmiş di 1973yê de li Amedê ji dayik bûye. Di dema ku beşa Matematîkê ya Zanîngeha Dîcleyê de dixwend ji ber sedemên siyasî hat girtin û 36 sal ceza wergirt.
Satilmiş ji salên dibistana navîn de bi xêzkirina wêneyan re mijûl dibe û piştî 20 salan biryar da ku careke din wêneyan çêbike.
Di wêneyên Satilmişî de bêhtir mijarên bi Rojhilata Navîn ve girêdayî hene. Di van de jî şer û wêranî derdikevin peş. (TP/FD)
* Ji bo programa festîvalê bitikîne
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"

LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan

Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin

“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”

Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
