Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Du roj berê (9ê Çiriya Pêşiyê ya 2018ê) li Amedê biryara zeftkirina 151 kesî hatibû dayîn. Ji van 121 kes hatibûn desteserkirin.
23 kes, piştî îfadegirtina li Midûriyeta Emniyetê ya amedê, hatibûn berdan. Heşt jê rojnameger, 90 jê siyasetmedar, lêpirsîna 98 kesan jî berdewam dikir. Ji van kesan 23 kesên din jî îro şandine Edliyeya Amedê.
Dilê Aydogdûyî sekiniye
Hîlmî Aydogdû, Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDyê piştî dilê wî sekiniye, rakirine nexweşxaneyê.
Aydogdû di beşa nexweşên giran de tê dermankirin.
Ji ber metirsiya ku careke din dilê wî bisekine heye, Aydogdû 48 saetan wê di bin kontrolê de bê girtin. (EMK/FD)
* Me zanyariyên vê nûçeyê ji Ajansa Mezopotamyayê wergirt