Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji 100an zêdetir sîyasetmedar, rojnameger û aktîvîst hatibûn desteserkirin, 23 kesên desteserkirî li Amedê hatine berdan.
Polîsan duhî ji bo lêpirsînên dewam dike li 9 bajaran ji sedan zêdetir kes desteser kirine.
Navê wan kesên hatîn berdan ev in:
Neslihan Karacadağ, Leyla Tekdağ, Engin Karabayiğit, Şehmus Karayıl (HDP), Muazzez Canpolat (HDP), Nalan Özaydın (TUHAD-FED), Veysel Özekti (BTS), Fuat Özdemir (Tüm Bel-Sen), Habibe Ekinci, Halise Yavuz, Pınar Sıraç Kalkan, Ruken Koyun, Ayşe Koyun, Necla Tanrış, Naci Tanrıkulu, Hanım Biçimli, Ruken Akçan, Lamia Kumral, Emel Özgen û Zehra Özdemir. Navê sê kesên ku hatine berdan, nehatiye zanîn.
Şahidekê nehênî yê bi navê “Firar” gilîya hin ji wan kesên desteserkirî kiriye û kesekê/î bi telefonê giliya hin kesên dî kiriye.
(EMK/MB)
Me agahiyên di vê nûçeyê de ji Mezopotamya Ajansê berhev kirine.