Polisan rojnameger û siyasetmedar desteser kirine

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan li 8 bajaran bi ser malan de girtine û 90 kes desteser kirine.
Polîsan bi ser malan de girtine û rojnamegerên bi navê Abdurrahman Gök(Ajansa Mezopotamyayê), Esra Solin Dal(Ajansa Mezopotamyayê), Kibriye Evren(Jin News), Semiha Alankuş8Yeni Yaşam) desteser kirine.
Polîsên ku bi ser malan de girtîn dest danîne ser kompîter, kitêb û xebatên rojnamegeran.
Herweha hevserokê Rêxistina Amedê ya Partiya Gelan a Demokratîk, Mehmet Şerif Çamci û endama daîmî yê meclîsa Kongreya Civaka Demokratîk(DTK) Ruken Kiliç jî hatiye desteserkirin.
Wezareta Karên Navxweyî: Li 8 bajaran...
Wezareta Karên Navxweyî bi daxuyaniyekê daye zanîn ku li 8 bajaran 90 kes hatine desteserkirin. Li gor daxuyaniyê “ji bo astengkirina kiriyerên PKK/KCKyê” operasyon hatiye kirin.
(BK/MB)
Wêne: Ajansa Mezopotamyayê