Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
10 Balyozxaneyên li Tirkiyeyê, derbarê karsaz û mafparêz Osman Kavalayî de daxuyaniyeke hevbeş weşandine.
Balyozxaneyan bibîrxistine ku çar sal di ser girtina Kavalayî re derbas bûye û wiha dewam kirine: “Dosyayê cida kirine yek û piştî biryara beraetkirinê dozên nû hatine vekirin û bi vî awayî doz her daîm tê derengxistin. Ev tişt dihêle sî bikeve ser prensîbên zelalbûn, dewleta hiqûqê, rêzgirtina ji demokrasiyê yên di sîstema darazê ya tirkan de.”
Balyozxaneya DYAyê daxuyaniya navborî li se hesabê xwe yê Twitterê weşandiye û wiha gotiye:
“Em weke Balyozxaneyên Almanya, DYA, Danîmarka, Fînlandiya, Fransa, Hollanda, Swêd, Keneda, Norwêc û Zelandaya Nû, wisa difikirin ku divê li gorî hevsengiya di navbera berpirsiyariyên Tirkiyeyê yên navnetewî û qanûnên wê yên milî de, ev doz bi awayekî adilane û bi lez û bez encam bide. Ji bo Osman Kavalayî li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên derbarê vê mijarê de demildest serbest bike, em bang li Tirkiyeyê dikin.”
Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê jî hefteya borî daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û gotibû ku ti biryareke cezakirinê derbarê Kavalayî de nîne û serbestnekirina Kavalayî digel biryara DMMEyê, weke gavên li dijî hiqûqê nirxandibû. Delegasyonê jî bang kiribû ku Kavala demildest serbest bibe.
Wezaretê bang li Balyozan kiriye
Piştî daxuyaniya Balyozxaneyan, Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê bang li Balyozxaneyan kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, çav li rê ye ku îro Balyoz biçin Wezaretê.
Her weha Mûstafa Şentop, Serokê Parlamentoyê, Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê, Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî bertek nîşanî daxuyaniya Balyozxaneyan dane.
Çi bûbû?
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye. (KÖ/FD)