Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ateş Alpar, hunermendê fotografan, ji bo balê bikişîne ser rewşa Osman Kavalayî karekî hunerî pêk aniye. Alparî fotografê Kavalayê ku 4 sal in li Girtîgeha Sîlîvriyê girtiye, li kolanên Stenbolê gerandiye.
Alparî di vî karî de xwestiye balê bikişîne ser zindanîkirina Osman Kavalayî û azadiya liv û tevgerê ya ji destê wî standine.
Alparî li ser hesabê xwe yê Youtube-ê vîdeoyek weşandiye û wiha gotiye:
“Osman Kavala li nava me digere. Li wan kolanan nirxên gerdûnî digerine ku talankirina avahiyan, hewldanên maqûlkirinê, mîrateya çandî li wanli ser seran tên girtin. Bişirîna wî, binê wê bêhiqûqiya ku nahêle ew li kolanan azadane bimeşe dikole. Dema li nava qerebalixan, zarokan, car caran li nava malên bêkes, car caran li nava cil û bergên ziwabûyî digere, kevirên peyareyên erdnîgariya dewlemend û yên pirçandî yên ku Stenbolê dikin Stenbol, derbas dike. Hewayê bêhn dike, ew û gaza egzozan, bêhna simît û çayê, dûkela xwarinên li malan dipije, digihên hev. Ji wê hicreya ku çar sal in lê tê girtin, tevlî rîtm, xemgînî û tîketîqa bajarê dibe.”
Çi bûbû?
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye. (EMK/FD)
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye. (HA/FD)