Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî ya ji bo 10 balyozên daxwaza azadbûna karsaz Osman Kavalayî kiribûn, pêşketineke nû qewimî.
Balyozxaneya DYAyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotiye ku ew pabendî bi xala 41ê ya Peymana Viyanayê ne.
Balyozxaneyê wiha gotiye: “DYA, ji ber ku piştî daxuyaniya 18ê Çiriya Pêşiyê hin pirs hatine kirin, teqeziyê li ser panedîbûna xwe bi Xala 41ê ya Peymana Viyanayê ya Derbarê Têkiliyên Dîplomatîk de ye dike.”
Paşê Balyozxaneyên Keneda û Hollandayê jî bi heman şêweyî daxuyanî weşandine. Balyozxaneyên Fînlandiya, Swêd, Norwêc, Zelandaya Nû û Balyozê Danîmarkayê jî heman daxuyaniya Balyozxaneya DYAyê retweet kirine.
— U.S. Embassy Turkey (@USEmbassyTurkey) October 25, 2021
Heta niha Fransa û Almanyayê derbarê mijarê de ti tiştek negotiye ku wan jî îmze dabûn daxuyaniya derbarê Kavalayî de.
AA: Erdoganî erênî nirxandiye
Ajansa Anadolûyê di nûçeya xwe de diyar kiriye ku Serokomar Erdoganî daxuyaniya balyozxaneyan a derbarê Peymana Viyanayê de bi rengekî erênî nirxandiye.
Erdoganî çi gotibû?
Serokomar Erdoganî roja şemiyê (23ê Çiriya Pêşiyê) axivîbû û ji bo daxuyaniya her 10 welatan wiha gotibû: “Min fermana hewce dike da Wezîrê me yê karûbarên derve. Min jê re got ku dive çi bike. Min jê re got, ‘Ji bo ev her 10 balyoz weke kesên nayên xwestin werin aşkerekirin, çi divê bê kirin hûnê bikin’. Ev wê Tirkiyeyê nas bikin. Roja ku Tirkiyeyê nizanibin, fam nekin wê ji vir biçin.”
Çi bûbû?
Ji bo karsaz Osman Kavala serbest bibe, balyozên 10 welatan daxuyaniyeke hevbeş weşandibû.
Balyozxaneya DYAyê daxuyaniya navborî li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandibû û wiha gotibû:
“Em weke Balyozxaneyên Almanya, DYA, Danîmarka, Fînlandiya, Fransa, Hollanda, Swêd, Keneda, Norwêc û Zelandaya Nû, wisa difikirin ku divê li gorî hevsengiya di navbera berpirsiyariyên Tirkiyeyê yên navnetewî û qanûnên wê yên milî de, ev doz bi awayekî adilane û bi lez û bez encam bide. Ji bo Osman Kavalayî li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên derbarê vê mijarê de demildest serbest bike, em bang li Tirkiyeyê dikin.”
Piştî vê daxuyaniyê Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê bang li her 10 balyozan kiribû. Wezaretê di 19ê Çiriya Pêşiyê de daxuyaniyek weşandibû û wiha gotibû: “Ji wan re hatiye gotin ku ev daxuyaniya bêhed nayê qebûlkirin, ev daxuyaniya ku dixwaze pêvajoyên hiqûqî bike siyasî û hewl dide zextê li ser daraza tirkan bike nayê qebûlkirin, daxuyaniya navborî li dijî serweriya hiqûqê, demokrasî û serxwebûna darazê ye ku Balyoz îdia dikin û dibêjin ew van tiştan diparêzin.” (HA/FD)