Fotograf: Murat Bayram / bianet
Vê hefteyê mêvanê rêzehevpeyvîna me ya bi navê "5 Pirs 5 Bersiv"ê de sînemager Suat Usta ye. Suat Usta ji me re behsa mijûliyên xwe yên van rojan û daxwazên xwe yên ji yanê kiriye.
1 - Van rojan tu bi çi mijûlî?
Van rojan li ser çîftlikekê kar dikim. Ji bo debarê sektora sînemaya kûrdî nîne. Mezinên me digotin “pere yan 'di rezan de ye an jî di pezan de ye’.”
2 - Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Tu dixwazî çi bikî?
Hevdîtin hene li gel jor lê hîn me li hev nekirîye ji bo dûyemin car hatinê. Ez jî ji xwe ne bawerim ku dûyemin car xwe bibînim. Lê dixazim şabûnën min wek şevên zivistanê bin.
3 - Di nava rojê de herî zêde tu ji çi hezdikî ku bike?
Ji fikirandinê hezdikim û ji aramiyê da ku rihê xwe têr bikim.
4 - Tu dixwazî jiyaneke çawa bijî?
Jiyaneke bi dilê xwe.
5 - Bûyer an jî kesekî/e ku di jiyana te bandoreke mezin li ser te kiriye heye? Hebe bandoreke çawa li te û jiyana te kiriye?
Apê min. Ew jî, yê jor hesudî li me kir û ew kûşt. Min bê wî hîşt. Ew î fêrî min kir ku ne ji kesî yan jî ne ji kesan, ji her tiştî hez bikim. Kesên û tiştên ji mirov hez nakin jî bi min da hezkirin. (FD)
Fotograf: Murat Bayram / bianet