Di vê xeleka hevpeyvîna me de muzîkjen Ruşen Alkarê bersiva pirsên me da. Alkar dibêje, ew careke din were dinê dixwaze bibe astronot.
Hevpeyvîna ku me bi Ruşen Alkarê re kir, beriya konserta wê bi demeke kurt bû. Ji ber wê ye ku bersiva wê ya li ser pirsa yekem derbarê vê konsertê de ye.
Fermo, em bi hev re bersivên Ruşen Alkarê bixwînin.
Van rojan tu bi çi mijûlî?
Li pêş me konsertek pir muhîm heye. Ez ji bo konsertê dixebitim û di heman demê de teza xwe ya doktorayê dinivîsim.
Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Çi bikî?
Em dikarin bêjin ez bi şaşî bûm muzîkjen; niyeta min hebû ez bibim zanyar. Lê dê û bavê min, di lîseyê de min şandin dibistana hunerê. Dema ez biçûk bûm di şevên havînê de em li ser xênî radiketin. Min pir hezdikir ez asîman û stêrkan temaşe bikim. Kovarek li ser fezayê hebû û her meh nexşeya asîmên diweşandin. Min bi wê nexşeyê stêrk temaşe dikirin. Heke careke din werim dinê ez teqez dixwazim bibim astronot.
Di nava rojê de herî zêde tu ji çi hezdikî ku bike?
Heke derfetê bi dest bixim ez dimeşim. Li muzîkê guhdarî dikim. Kengî ez muzîkên rind kişf dikim kelecanî dikeve dilê min. Li ba min ji bo afirandina tiştên nû guhdarkirina muzîkên nû pêwîst e.
Tu dixwazî jiyaneke çawa bijî?
Di hişê min de cîhan di biçûkatiya min de çawa be hê jî wisa ye. Ez dixwazim rihê min û laşe min hevsaz be. Lê jiyan pir bê hîs û bê hayraz e. Di vê dinê de heke tu reng û ahenga kesayeta xwe wenda bikî tu hesantir dijî. Tiştê wilo nahebînim.
Bûyer an jî kesekî/e ku di jiyana te bandoreke mezin li ser te kiribe heye? Hebe bandoreke çawa li te û jiyana te kiriye?
A yekem bavê min e. A duyêm jî mamosteya min a dibistana seretayiyê ye. Herdu jî bandoreke mezin li ser min kirin. Bi saya hezkirina bavê xwe, ez ji mirovan û xwezayê hez dikim. Û mamosteya min carekê ji min re got dengê te xweş e. Hê jî nizanim bê wê çawa fêm kiriye, ez zêde nedistiriyam. Lê bi gotina wê, jiyana min guherî. Min fêhm kir ku tiştekî taybet bi min re heye an jî min wisa hîs kir. (FD)