Fotograf: MA, Vîdeo: Semra Yansît
Li gorî rapora Baroya Amedê rêjeya tundiya li ser jinan her diçe zêdetir dibe. Jinan di 25ê Çiriya Paşiyê de (Roja Tekoşînê ya li Dijî Tundiya li Jinan Tê Kirin) ji bo ku balê bikşînin tundiya li ser jinan her sal gelek bajaran çalakî û meşan li dar dixin. Ev roj ne wek pîrozbahiyê wek roja têkoşînê ye. Îsal jî jinên Amedê li hemberê tundiyê wê çalakiyeke xwenîşandanê pêk bînin.
Endama Komîsyona Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî û Endama Komeleya Rosayê Berfîn Polatê ji bianetê re behsa tundiya li ser jinan û girîngiya 25ê Çiriya Paşiyê kirin. (SM/FD)