Wêne: Murat Bayram/bianet
Peyva mîtolojî gotinek yewnanî ye û ji bêjeyên ‘’mithos’’(gotin), ‘’logos’’(axaftin) pêk tê. Mîna çîrokê efsaneyan jî tê binavkirin. Her çiqas di Yewnana kevn de mîna dubarekirina tiştên kevn jî bê gotin di roja me de wateyên mîna ‘’efsane’’ û ‘’li dijî rastiyê’’ stendiye. Ew çîrok û efsaneyên ku bi xêra xeyal û kevnoşipaya gelan li ser lingan dimîne, bawerî û îdealên civakê li ber me radixe. Bêguman ji serê her civakê serpehatiyên mîtî derbas bûye û ew lehengên mîtî niha jî ji şaşî û rastiyên civakê re xizmet dikin. Ji mîtolojiya Yewnanî bigrin heta yên sumerî ji yên Romaya kevnar bigrin heta yên Hîtîtî hemû di jiyana me de hebûn û wê hebin. Li gor gelek kesan ji derewan jî pêk bên ev çîrok çîrokên me ne û niha di civata ku em tê de dijîn mîna hêmayên watedar cih digrin.
Belê belê piştî van agahiyên ji rêzê em werin merseleya xwe ya bingehîn. Themîs kî ye? Cihên ku têgeha edaletê derbas dibe kêm zêde em li rastî peykerên vê canikê tên. Themîs di mîtolojiya Yewnanan de xwedavenda edalet û pêrgalê ye. Li bajarê Olympous dijî û ji pêrgala wir berpirsiyar e. Keça Uranûs û Gaia ye û hevsera duyemîn ya Zeûs e. Ji Zeus bi navê Horae û Moîrae du zarokên wê hene. Çavên wê girtî, di destek wê de mêzên di yê din de Şûr wisa li hember me disekine. Helbet wateya van hêmanan jî hene û li her derê dubare dibe. ‘’Ew mêzena ku digire ji bo ku edalet di hevsengiyekê de belav bibe, ew şûra ku di destekê de hêza edaletê ya tûj, çavgirtina wê bêalîbûna wê, bekareta wê jî nişana serxwebûnê ye.’’ Belê lê hin şaşiyên ku rast tên zanîn hene. Di serî de ez bêjim çavên Themîs girtîne ne girêdayî ne. Çavên Justîtîa girêdayî ye. Justîtîa kî ye? Justîtîa jî di mîtolojiya Roma de xwedavenda edalet û pêrgalê ye. Û esas li her derê em rastî peykerên Justîtîa tên ne ên Themîs. Çima tevlihev dibe. Rast e ew jî wek Themîs mîna şitla rîhanê di destekê de şûr di ê din de mêzên disekine ji ber wê. Lê wek min got çavên Themîs girtiye û rast e mirov dikare bi îradeya xwe jî çavên xwe bigire lê çavên Justîtîa girêdayî ne û li her derê em rastî Justîtîa tên. Maşalê di vê mijarê de me hevdu famkirin dabe. Ya duyem Themîs bekarete temsil nake û wek min di jor de jî got du zarokên wê hene. Di vir de jî bêwaciyek din derdikeve holê. Çima temsiliyeta serxwebûnê bekaret e. Ango tê wê wateyê ku jina ku qet neketiyê têkiliyek zayendî di civakê de mîna ne ‘’malê kesekî’’ ye tê dîtin ji ber wê ew têgeha serxwebûnê bi serbilindiyekê tê bikaranîn. Ev bi tena serê xwe heqaret û piçûk xistinek e. Jin dema ku temsiliyeta edaletê jî dikin li hember wan tevgerek adil çênebûye. Tu ji kîjan aliyî dinerî biner eletewşî tu ji kîjan aliyî dinerî biner nakokî.
Justîtîa û Themîs li alîkî , di mîtolojiya Sumeran de mirov dikare wek ya Mezopotamya jî bi nav bike xwedavenda pêrgal û hevsengiyê jî ‘’Nanşe’’ ye. Ez zanim sernava me Themîs û Justîtîa ye lê min xwast cudabûna ev herdû xwedavend û Nanşe li ber çavan raxim. Nanşe berpirsê edaleta civakî ye, kin e, qelew e, tazî ye û çavên wê jî ne girêdayî an girtiye, Vekirî ye. Belê vekirî. Ji bo ku mêzêna hevsengiyê bibîne vekiriye, ji bo di cîhanê de şûrên ku li binguhê hev ketine bibîne vekiriye, ji bo serxwebûnê jî bindestbûnê jî bibîne vekiriye, ji bo zilmê jî dilovaniyê jî bibîne vekiriye. Ji bo rûmeta jinê tenê bi bêjeyekê di bin lingan de neperçiqe vekiriye. Mîna gelek jinên ku di serdema me ya nêz de bûne lehengên dîrokî an jî kî dizane çend hezar sal din wê mîna mît bên binavkirin vekiriye. Di faşîzma Almanan de mîna çavên Roza Luxsemburg û Clara Zetkîn, di şoreşa Rusan de mîna Aleksandra Kolontay, Krupskaya, di Spanyada mîna Dolores İbarrurî, li Emerîka mîna Emma Goldman, Angela Davîs, li Cezayirê mîna Cemîle Bouhîred û Cemîle Boupacha, Li Fîlîstînê mîna Sena Heyderî, li Fasê mîna Delal Mağrîb, Li Suriyê mîna Hamîde Tahir, li Tirkiyê mîna Nezîhe Muhîttîn, Fatma Aliye, li Kurdistanê mîna Besê, Rindêxan, Leyla Qasim, Binevş Agal, Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan vekiriye. Her yek xwedavendek e, çavên wan vekirîbûn û vekirîne.
Heke girtina çavan têra parastin û temsiliyeta edaletê bikiraya dema darizandinekê wê çavên hemû dozger, dadger û parêzeran girtîbûna. Dêmex çi ye ya neheqiyê jî bêalîbûnê jî li ber çavan radixe dîtin e. Dema ku çavên Themîs vebin û ew benika li ber çavê Justîtîa jî rabe wê serxwebûn û edaleta rasteqîn jî were. Ne zilm ne jî dilovanî tenê EDALET…
Çavkanî
1) SEGAL Robert A. / Mit / Weşanxaneya Dost/ Enqere, 2012
2) CANONA Roberto C. Canova/ Yunan Mitolojisi/ Weşanxaneya Mitoloji Tarihi / Stenbol
3) Jineoloji Akademisi/ Jineolojiye Giriş/ Weşanxaneya Aram/ Amed, 2015
(BS/MB)