"Bi dengekî me zindana we hejand
Bi qîrînek me kela we helweşand
Hûn ê derbê me bibînin celadno!
Ji paş hesin me heybeta we şikand"
Qedrî Can/ 5.4.1961 /Zindana Mezê
Ez behsa hejmaran nakim ji we ra. Hejmarên ku rihên me teng, mejîyên me reş dikin. Hejmarên ku em bi wan sewsî dibin û jimartinê jî ji bîr dikin. Jixwe hûn di googlê da lêxin bi dehan raporên tijî hejmar wê li ber we rêz bibin. Matematîka min her dem ne baş bû. Ez her dem ji taybetmendîyên berbiçav, şênber, çendanîyî aciz dibûm. Razberî nedîyarî bû, bêsînorîya teheyûla min bihêztir dikir. Lê piştî demekê hînî jimartinê bûm. Deh mirî, na na sih şehîd, na na çil komkûjî, na na bi hezaran şkence, ew jî na, heşsed zarokên girtî, na ew jî ne bes bi sedan girtîyên nexweş… Bi ser da niha jî nexweşî. Tenê nexweşî. Li dawîya, li pêşîya, li kêleka vê têgehê hejmar kêm an jî zêde dibin. Mirin kêm an zêde dibin.
Gotineke pêşîyan heye; ‘’Mirov li mirîyê xwe digirî’’. Cara ewil 15 salîya xwe da rastî vê gotinê hatim. Ji ber ku ez zarokeka bitevger bûm û min ji lîstikan hez dikir, min vê jî kir lîstik. Gelo gotina vê pîrejinê rast bû?
Lênûskeke min bergeh sor hebû. Di her rûpelê da min li kêleka hev sê xêz rêz dikir û sê tişt dinivîsand. Dema nasek te mir, dema xerîbek mir û dema hevaleke te mir tu çawa hîs dikî, bi yek hevokî îzah bike? Heya ku min lîse qedand jî ev lîstik berdewam bû. Pişt ra derbasî zanîngehê bûm êş zêdetir bûn. Lê hemû mirov lazim e bi awayekî bi êşên xwe ra bijîn. Ez tu carî êşan miqayese nakim. Û vêya wek bêhedîyekê jî dibînim. Êşa evînekê jî bi qasî êşa ewledekî pîroz e li ba min. Pişt ra min lênûskeke din ji xwe ra amade kir û hobîyeka min din çêbû. Min navê heval û hogirên xwe yên li pey fikarekî canê xwe ji dest dane li wir dinivîsand. Her rûpel yek mirov. Û xal bi xal min rêz dikir. Dema sax bû herî zêde ji kîjan filmê, ji kîjan gotinê, ji kîjan pirtûkê, ji kîjan lîstikê hez dikir…
Gelo dema ev helbest dixwand çi hîs dikir an di vê filmê da çî didît ku bi wê/wî ewqas xweş dihat an di vê pirtûkê da binê kîjan hevokan xêz dikir. Min jî li heman filman temaşe kir, heman pirtûkan xwand, heman gotin dubare kirin. Ev ji dest min dihat û zewqeke mezin dida min. Ji ber ku dûrî hejmaran bûm…
Sal 2020. Cîhan diguhere, xweza diguhere, şert û merc diguherin, mirov diguherin, raman û hest diguherin lê li Tirkîyê yek tişt naguhere ew jî binpêkirina mafê mirovan e.
Mafê herî xwezayî yê mafê jiyînê ku hemû kes, di her şert û mercî, di her wextî û di her cihî da pêwîst e jê îstîfade bike û bê parastin mixabin di ev rewşa derasayî da jî nayê dîtin, tê dîtin an nayê bihîstin, tê bihîstin an li ser nayê sekinîn. Hûn ê ji alîyekî bêjin li mal da bimînin, qaîdeya dûrahîya civakî pêk bînin, ji alîyekî va jî di girtîgehan da 30-40 kes bila di heman nivîngehê da bimînin. Em dizanin ku mafê jîyan û tendurîstîyê lazim e di bin berpirsîyarîya dewlet û iqtîdarê da be. Û dîsa em dizanin ku dewlet berpirsê mafê jîyanên hemû mehkûm û girtîyan e. Xala dehemîn ya makezagona Tirkîyê jî li ser wekhevîyê ye ne wisa!
Niha binerin bi vê guhertina zagona înfazê de iqtidar çi dike? Heke hûn ji ber azadîya fikr û ravekirinan girtî bin û hûn dijberê desthilatê bin, heke we parvekirinên medya civakî kiribe, heke hûn xwendekar, akademîsyen, nivîskar, rojnamevan û sîyasî bin ceze ji we ra dewam dike, hem jî bi awayeke girantir. Gotineke parêzerê ingilîz û damezrênerê Rêxistana Navneteweyî ya Efûyê, Peter Benenson heye; ‘’Find ne bo me ye, ji bo ên ji girtîgehan rizgar nebûne, ji bo ên di reyên girtîgehan da mirine, ji bo ên ku şkence dîtine, hatine revandin û hatine wendakirin pêdikeve.’’ Em jî dîsa û dîsa dibêjin ku me bi matematîkê ra rû bi rû nehêlin. Ne zilm ne jî dilovanî tenê edalet…(BS/FD)