Duh sed saliya avakirina Komara ya li Tirkiyê bû. Li ser vê geleke peyam û daxuyanî hatin dayin, bernama hatin lidarxistin; hinan pîroz kir, hinan nekirin, hin jî rexne û hişyarî kirin.
Ji nava gelek bernameyên sed saliya Komarê, yek ji wan geleke bal dikişand. Ev bername li “Komara Şirnexê” de hatibû lidarxistin: Di dîmenan de leşkerên ku meşa leşkerî dikin û dibêjin “Her tişt ji bo welat e” û konvoya wesayitên leşkerî tên dîtin. Çima balkêş e? Yek; ji ber ku ev tişt li bajarekî weke Şirnexê qewimiye û Şirnex tim bi navê “Komara Şirnexê” tê bîra mirovan. Ya duyemîn jî; ji bilî leşkeran û wesayitên wan ti kes di pîrozbahiyê de nayin dîtin. Ma ne komar, xwe birêvebirina gelan e?
Şırnak’ta halk Cumhuriyeti kutluyor.pic.twitter.com/fHO8bWElAm
— İrfan Aktan (@irfanaktans) October 29, 2023
Gelo ev peyameke siyasî ye?
Min ev dîmenê ku geleke bi “wate ye” li ser hesabê rojnameger Îrfan Aktan yê Xê dît. Ez nizanim gelo ev dîmên kê kişandiye, lê ev dîmen dibe ku xwedî peyamek siyasî be. Ma ne danasina "Komara Şirnexê" ji ber pêkanînên dijhiqûqî yên hin hêzên ewlekariyê yên li Şirnexê derketibû holê.
Ji ber vê girîng û balkêş bû, ev dîmena ku di çarçoveya pîrozbahiyên sed saliya avakirina Komarê de li Şirnexê hatiye kişandin. Gelo hin kes an jî klîk dixwazin peyamekê bidin û bibêjin “Di sedsala duyemîn de jî hişmendiya me neguheriye û em ê cardin bi awayên leşkerî nêzî meseleya kurdan bibin.”?
Parlamanterê HEDEPyê yê Şirnexê Zekî Îrmez ku berê jî li Şirnexê di rexistanên HDPye de xebitiye û Şirnexê baş dizane, ew dîmenê navbori ji bo bîanetê şîrove kir:
“Ev dîmen li Şirnexê her sal pêk tê. Par jî heman dîmen hebû. AKP-MHP dixwaze bi heman şêwazê, di sedsala duyemîn de jî berdewam bike. Lê ji xwe li Şirnexê ti tişt nehatiye guhertin. Kirinên di salên 90î de berdewam dikin. 15 rojan carekê bîryara qedexekirina xwepêşandan û meşan, nû dikin. Li gelek navçeyên me rewş bi vî awayî ye. Me duh xwest di salvegara xespkirina Şaredariya Cizîrê de daxuyaniyeke bidin çapemeniyê lê em asteng kirin. Em dikarin bibêjin ku ev wêne wêneyekî dagirkeriyê ye û dixwazin vî wêneyî di sedsala duyemîn de jî serwer bikin.”
“Siyaseta înkarker nahile pirsgirêk çareser bibin”
Daxuyaniyeke balkêş jî ji aliyê 72 sîyasetmedar, rewşenbîr û nivîskaran hatibû dayin. Ev daxuyanî mirov dikare bibêjê ku, di nava hemu daxuyaniyên derbarê sedsaliya avakirina Komarê de hatine dayin de ya herî bi qîmet e.
Daxwaza deklarasyonê avakirina aşitiyê bû. Ahmet Turkî derbarê deklarasyonê de ji Ajansa Mezopotamyayê re gotiye û bal kişandiye li ser şerê ku di navbera Îsraîl û HAMASê de didome. Turkî diyar kiriye ku ger li Rojhilata Navîn gel hevdû nasnekin û hembêz nekin, wê heman tişt bê sere wan jî. Tirk derheqê kurdan de jî wisa axiviye:
“Gelek heye ku bûye çar parçe û her kes kurdan weke xetereyeke potansiyel dibîne. Lê kurd bi gelên ku pê re dijîn, jiyanake wekhev û azad esas digirin. Ji bo misogerkirina vê jiyanê hewl didin. Lê mixabin ev hewldan bê encam dimînin. Ger li Rojava, Rojhilat û Bakur bi gelê Kurd re hevgirtinek rast bihata nîşandan û bi mantiqeke ku çand, nasname, bawerî û mafên gelê Kurd ji nedîtî ve nehatiba nêzbûn, wê niha Tirkiye û Rojhilata Navîn yê cuda hebûna. Îro ne hêzên emperyalîst dikaribûn van lîstikan li Rojhilata Navîn bilîzin û ne jî di navbera gelan de nakokiyan çêdibûn. Lê mixabin ev siyaseta înkarker Rojhilata Navîn aniye asteke ku pirsgirêk nayên çareserkirin.”
Her wiha, duh li Amedê 172 saziyên cûr be cûr bi deklarasyonekê diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsa kurdan, lazime tecrîta demeke dirêje li ser Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî tê ferzkirin, demildest bê rakirin û Ocalanî bikaribe rola xwê ya çareserkirin û avakirina aşitîyê de bilîze.
***
Li ber Komarê du rê hene
Dîmena ku li Şirnexê hatiye kişandin û daxuyaniyên derheqê aştî û çareserkirina meseleya kurdan de nîşan didin ku du xetên li ber Komara Tirkiyeyê hene. Gelo ew ê xeta çareserkirina bi rêyên demokratik bişopînin an jî weke heta îro jî kirine, cardin li sîyaseta înkarkirinê bidomînin? Em ê demeke nêz de fêm bikin. Ji ber ku tiştên diqewimin wê hin tiştan dîyar bikin.
Êrîşên li ser Rojavayê, didin xuya kirin ku siyaseta înkarkirinê ya her tim çareseriyê di tevgerên leşkerî de dibîne, niha ya serwer e.
Û hîn ji şaredariyên ku hatine xespkirin hene û ji aliyê walî û qeymeqamên dewletê ve tênê îdarê kirin. Ev geleke girîng e, ji ber ku daxwaza bingeh, daxwaza statuya siyasî ye.
Ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje encamên hilbijartinên heremî yên dê di demeke nêz de bê kirin, tûrnosol e. Gelo wê deshilatdariya AKPê, encaman qebûl bike û dev ji rejîma qeyûman ber de an jî wê wê heman sîyaseta xwe bidomîn e?
Tirk dibêjin “Perşembenin gelişi çarşambadan bellidir.” Ev gotin, mixabin niha bersiva pirsa min dide û dibêje: “Ma sed sal e çi kiribin, wê îro ji pê ve jî heman tiştan bikin.
Lê hêvî ew e ku ne wisa be. Dibe ku rewş biguhere.
(BA/FD)