GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Li Girtîgeha Bolvadînê gireva birçîbûnê didome

Davût Başkanê ku duh ji girtîgeha Bolvadînê, piştî 13 salan hat berdan ji bo rewşa girtiyên siyasî ji bîanetê re axivî:
Kesê dest bi girevê dike dişinin hucreyê
Başkan got her carî hevaleke dikeve girevê û wiha pê de çû: "Heval digotin em li dijî tecrîdê girevê da dest pê kirin lê hun me diavêjin tecrîdê."
Başkan got tetkîkên girtiyên siyasî bi rojane tên kirin û dişopînin lê piştî hevaleke ji greve derdikeve xwarinên weke lapa nayin dayîn û wiha pê de çû: "Hew hevalê ku cara ewil ket gireva birçîbûnê vîtamîna B12 dabûnê, dû re nedan hevalên din."
Bang li saziyan kir: Hay ji girtiyan hebin
Başkanê ku 2011yên de hatibû girtin 14 sal û 20 meh ceza lê hatîbû birîn û duh bi bîryara Dagheha Bingehîn ya betalkirina maddeya TCK 220/6 hat berdan bang li saziyên mafên mirovan kir ku hay ji girtiyên bajar û navçeyên Tirkiyeyê dimînin hebin. Gelek heval bê parêzerin û nikarin rewşa xwe yê hiqûqî bişopînên. Malbatên wan jî ji bê derfetî nikarin herin û werin.
Başkan li girtîgehên Amed, Edîrne, Kayserî û li Afyonê de mabû. (BA/AY)
Hunermend Kasim Taşdogan strana xwe ya nû weşand

Dadger cezayê "parvekirina ala Tirkiyê" li Rûşen Firatê birî

MA Musicê pirtûkek li ser ‘zerb'ê derxist

Wê weşanxaneyên Kurd komxebetekê li dar bixin

Zarok TV pêşengeha pirtûkan a Amedê şên dike
