TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 460
62 xwendekarên Lîseya Leşkerî ya Kuleliyê hatin girtin
62 xwendekarên Lîseya Leşkerî ya Kuleliyê ku tê îdiakirin di 15ê Tîrmehê de dema hewldana derbekirinê de avêtine ser Qereqola Polêsan a Çengelkoyê û xwestine ku qereqolê bi dest bixin, hatin girtin.
21 Tîrmeh 2016
Îlana Halê Awarete di Rojnameya Fermî de hat weşandin
Lijneya Ewlehiya Neteweyî û Dîwana Wezîran li ser hewildana derbekirinê civiyan. Piştî civînan Erdoganê serokkomar eşkere kir ku ji bo 3 mehan li hemî derên Tirkiyeyê Halê Awarte hatiye îlankirin. Îlana Halê Awarete di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
21 Tîrmeh 2016
Erdoganî eşkere kir ku ji bo 3 mehan Halê Awarte hatiye îlankirin
Lijneya Ewlehiya Neteweyî û Dîwana Wezîran li ser hewildana derbekirinê civiyan. Piştî civînan Erdoganê serokkomar eşkere kir ku ji bo 3 mehan li hemî derên Tirkiyeyê Halê Awarte hatiye îlankirin.
21 Tîrmeh 2016
Heyeta Îmraliyê: Divê hevdîtina bi Ocalan re demildest pêk were
Heyeta Îmraliyê bang li hikûmetê kir ku ji bo heyeteke serbixwe, malbat û parêzer ji bo Abdullah Ocalan biçin giravê dawetî peywîrê kir û ev tişt got: "Ewlehiya Birêz Ocalan mijareke ku bê piştguhkirin nîne."
20 Tîrmeh 2016
Nehiştin ku Sirri Sureyya Onder axaftina xwe bike
Hin saziyên sivîl û nûnerên sendîqeyan ji ber hewldana derbekirinê çûn serdana meclisê. Di wê ziyaretê de Parlementerê HDPê Sirri Sureyya Onder jî weke amîrê îdarî yê meclisê xwest ku axaftina xwe bike, lê ji ber nirxandinên Ocalan anî ziman mîkrofona wî hat girtin û nehiştin ku biaxive.
20 Tîrmeh 2016
TÎBê malpera Wikileaksê asteng kir
TÎBê Wikileaks asteng kir ku wê 294 hezar û 548 e-maîlên AKPyê belav kiribû.
20 Tîrmeh 2016
Civîna MGKê dest pê kir
Civîna Lijneya Parastina Milî (MGK) di saet 13:12an de dest pê kir. Serokwezîr û serokomar gotibûn ku piştî civîna îro wê daxuyaniyeke girîng were dayîn.
20 Tîrmeh 2016
Îro 1. salvegera Qetlîama Pirsûsê ye
Ji ser Qetlîama Pirsûsê ku 33 kes hatibûn qetilkirin ve salek derbas bû. Daxwaz û lêgerîna edaletê hêjî didome.
20 Tîrmeh 2016
Serokatiya Zanîngeha Stenbolê 95 akademîsyen ji karî dûr xistin
Serokatiya Zanîngeha Stenbolê piştî hewildana derbekirinê biryar da 95 akademîsyenan ji karê wan bi dûr bixe.
20 Tîrmeh 2016
YOKê serokên çar zanîngehan ji karî dûr xistine
Lijneya Xwendina Bilind da zanîn ku lijneyê serokên zanîngehên Gazî, Dîcle, Yildiz Teknîk û Yalovayê ji karî bi dûr xistine.
20 Tîrmeh 2016
Li Sêrtê cerdevanekî hat kuştin
Li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê dema wesayîta ku cerdevan tê de bûn derbas dibû bombeya bicihkirî hat teqandin û di encamê cerdevanekî hat kuştin, 4 cerdevan jî birîndar bûn.
20 Tîrmeh 2016
YOKê karên akademîsyenan ên li derveyî welatî sekinandin
YOKê da zanîn ku wê karên li derveyî welatî yên hemî akademîsyenan sekinandiye û ew akademîsyenên li derveyî welatî kar dikin heke ne gelek pêwîst be divê vegerin.
20 Tîrmeh 2016
AAyê hejmara kuştî û birîndarên hewldana derbekirinê nû kir
Li gorî agahiyên AAyê di encama hewldana derbekirinê ku di 15ê Tîrmehê de pêk hat de li Enqere, Stenbol, Mugla û Meletiyê 62 jê polês, 5 jê leşker û 172 jî sivîl bi temamî 240 kesan hatin kuştin.
20 Tîrmeh 2016
Pankarta gefa darvekirinê li AKMyê hat daliqandin
Ji hêla kesên ku xwe weke ‘Bu Aziz Vatanin Yigitleri’ ve pankarteke mezin li Taksim AKMyê hat daliqandin û daxwaz hat kirin ku cezayê darvekirinê dîsa di nav qanûnnameyê de cih bigire.
20 Tîrmeh 2016
Polîsan belavkirina Lemanê asteng kir
Kovara qerf û henekan a Lemanê, dê îro hejmara xwe ya ‘’taybet li ser derbeyê’’ belav bibûya, polîsan li çapxaneyê belavkirina Lemanê asteng kir.
20 Tîrmeh 2016
Rojnameger Mistefa Mihemmed jiyana xwe ji dest da
Rojnameger Mistefa Mihemmed ku di 13ê Tîrmehê de li Minbicê pê li mayînê kiribû û di encamê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
19 Tîrmeh 2016
MEBê 15 hezar û 200 karmend ji wezîfeyê dûr xistin
Wezareta Perwerdehiyê (MEB) ragihand ku derbarê 15 hezar û 200 kermend ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û derbarê wan de lêpirsîn dane destpêkirin.
19 Tîrmeh 2016
YOKê xwest serokên hemî fakûlteyan dest ji karê xwe berdin
YOKê xwest hemî serokên fakulteyên 1176 zanîngehên dewletê û 401 zanîngehên weqfan dest ji karê xwe berdin.
19 Tîrmeh 2016
Diyanet: Bo cenazeyên derbekaran xizmetên dînî dê neyên kirin
Serokatiya Karên Diyanetê daxuyand ku cenazeyên wan kesên ku di hewldana derbekirinê de cih girtine, wê ti xizmet neyê kirin.
19 Tîrmeh 2016
RTUKê destûra weşanê ya 25 radyo û televizyonan betal kir
RTUKê dîyar kir, wê destûra weşanê ya 25 radyo û televîzyonan betal kiriye ku ew piştgiriyê didin cemaeta Gûlenî an jî bi wê cemaetê re têkildar in.
19 Tîrmeh 2016
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Amerîka: Hewldana derbekirinê bo me jî surprîz bû
Berdevkê Pentagonê Peter Cook got ku hewldana derbekirinê ku li Tirkiyeyê pêk hatiye bo wan jî surprîz bûye.Berdevkê Wezareta Karên Derve Mark Toner jî derbarê Fetullah Gulen de got: ‘Qasê ku em dizanin ew li Pennsylvaniayê li mala xwe û di halê xwe de dijî.’
19 Tîrmeh 2016
‘’Tirkiyeyê cezayê kuştinê ji qanûnên xwe rakiriye, nikare vegerîne’’
IHD û TIHVyê nerazîbûna xwe nîşan da ku li xwenîşandanan xwenîşander dibêjin ew ‘’cezayê bidarvekirinê’’ dixwazin û rayedar jî dibêjin ew ê ‘’li ser vê daxwazê kar bikin’’
19 Tîrmeh 2016
Kiliçdaroglû û Yildirimî daxuyaniyeka hevpar xwend
Serokwezîr, Bînalî Yildirim û serokê CHPyê li Qesra Çankayayê civiyan û piştî civînê daxuyaniyeka hevpar xwend.
19 Tîrmeh 2016
Girtinên leşkerên pilebilind berdewam dikin
Piştî hewldana derbekirinê di encama operasyonên pêk hat de heta niha bi hezaran leşker û polês hatine binçavkirin û gelek leşkerên pilebilend jî tê de bi sedan leşker hatin girtin.
19 Tîrmeh 2016
‘’Bi dilê wan be ne bi dilê wan be em ê qişleyê danin Gezîyê’’
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar projeyên xwe yên ji bo Taksîmê eşkere kirin: Qişleya top berdanê, avahiya opêrayê, mizyeft.
19 Tîrmeh 2016
Êrîşkaran êrîş li ser rojnameya Gazetem Istanbulê kiriye
Dudî nîvê şevê komek êrîşkaran êrîş li ser rojnameya Gazetem Istanbulê kiriye.
18 Tîrmeh 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Serokwezîrî hejmara mirî û girtîyan got
Li gor daxuyaniya dawiyê ya serokwezîr, Bînalî Yildirimî di hewildana derbekirinê de 232 kes mirine, 7 hezar û 543 kes hatine desteserkirin, 316 ji desteserkiriyan hatine girtin. Karê 2 hezar û 756 dadger û dozger û karmendên dî yên dadgehan hatiye sekinandin, karê hezar û 500 karmendên karên civakî dikin hatine sekinandin.
18 Tîrmeh 2016
Li gelek bajaran darbe hat protestokirin
Serokkomar, Erdogan û serokwezîr, Yildirimî duhî dîsa bangî welatiyan kir ku li meydanan kom bibin, welatî li gelek bajaran li meydanan kom bûn.
18 Tîrmeh 2016
Haberdar hat girtin, berpirsa wê ya nivîsîngeha Enqereyê dê bê desteserkirin
TIBê malpera haberdar.comê girt, biryara desteserkirina Arzu Yildiza berpirsa malperê ya nivîsîngeha Enqereyê, hatiye dayin.
18 Tîrmeh 2016
YOKê bang kir ku ‘’divê civaka zanyaran bê paqijkirin’’
Serokê YOKê bangî serokên hemî zanîngehan kir û da zanîn li ser mijara ‘’paqijkirina civaka zanyaran’’ dê kombûn çêbibe.
18 Tîrmeh 2016
Serşêwirmendê serokkomarî: Em ê rêya standina destûra çekkirînê xweş bikin
Serşêwirmendê serokkomarî, Şeref Malkoçî diyar kir ku ew ê rêya standina destûra çekkirînê xweş bikin. Malkoçî da zanîn ‘’kuştin bi çekên bêdestûr tên kirin.’’
18 Tîrmeh 2016
Erdogan: Em ê li ser mijara bidarvekirinê bi mûxalefetê re biaxivin
Serokkomar, Recep Tayyîp Erdogan li ber deriyê mala xwe ya li Kisikliyê axivî. Welatiyên li ber deriyê wî kom bûyîn dirûşmên ‘’em dixwazin îdam bê’’ gotin li ser vê yekê serokkomarî got ‘’em nikarin daxwaza we tine bihesibînin.’’
18 Tîrmeh 2016
1
...
458
459
460
461
462
...
469
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver