TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 365
Ji ber gotina “bila zarok nemirin” dersdêr Ayşe wê bikeve girtîgehê
Ji ber Dadgeha Destûrê serîlêdana parêzerên wê qebûl nekiriye, dersdêr Ayşe wê bikeve girtîgehê. Dersdêr Ayşe di 8ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê di dema weşana zindî de gotibû “Li vir zarokên ku hîna jidayik nebûne û dayik dimirin, bêdeng nemînin” bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” kiriye ceza dabûnê.
20 Nîsan 2018
Şahin Artan
Demîrtaş: Temenê wan bi qasî mohrekê ye
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Demîrtaşî derbarê hilbijartina pêşwext de ji girtîgehê peyamek şandiye û gotiye: “Werin em dest bidin hev, em vê rikberiya tirsnak ji holê rakin. Em vê hilbijartinê bikin daweta demokrasî û biratiyê. Bawer bikin ku em dikarin bikin, bawer bikin û em bikin”.
20 Nîsan 2018
Esadî Nîşana Rûmetê ya Fransayê lê vegerandiye
Serokê Sûriyeyê Beşar Esadî gotiye “ez ê nîşana rûmetê ya dewleteka ku koleya Amerîkayêye li nik xwe nehêlim” û nîşan li Fransayê vegerandiye.
20 Nîsan 2018
Edîtora ETHAyê Semîha Şahîn û nûçegîhana wê Pinar Gayip hat girtin
Di 7emîn roja desteserkirina edîtora ETHAyê Semîha Şahîn û nûçegihana heman saziyê Pinar Gayipê de, dadgehê biryara girtina wan derxist.
20 Nîsan 2018
“Me straneka kurdî got, ji bo me du meh in ku standin û şandina nameyan qedexe ye”
Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê çû serdana rojnamegera girtî, Zehra Doganê. Doganê ji sendîkayê re behsa şertên girtîgehê kir.
19 Nîsan 2018
Parlamenteriya Baydemîr û Irmakê hat betalkirin
Bi hinceta ku ceza li wan hatiye birîn, parlamenteriya Osman Baydemîr û Selma Irmaka HDPyî hat betalkirin. Li gorî vê encamê heta niha parlamentiriya 11 parlamenterên HDPyê hatiye betalkirin.
19 Nîsan 2018
CPT: Ji bo gilîkirina kiryarên îşkenceyê divê rê bên vekirin
Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê, di rapora xwe ya sala 2017yê de bal kişand ser bêhiqûqiyên li navendên desteserkirinê û girtîgehan û diyar kir ku rê li ber gilîkirina li hemberî kiryarên îşkenceyê bên vekirin.
19 Nîsan 2018
Ayça Söylemez
Pêşangeha peykerên hesinî ya Seywan Saeedianî li Stenbolê ye
Pêşangeha hunermendê şêwekar û peykersaz Seywan Saeedianî li Navenda Çand û Hunerê ya Zanîngeha Mîmar Sînanê vebû.
19 Nîsan 2018
Ferid Demirel
Li Hatayê leşkerek miriye
Li navçeya Yayladagiyê ya bajarê Hatayê leşkerekê li qereqola li ser sînorî kar dikir şeva dî birîndar bûye. Leşkerê birîndar îro miriye.
19 Nîsan 2018
Erdogan: Hilbijartina pêşwext wê di 24ê Hezîranê de çêbibe
Piştî ku bi Serokê Giştî yê MHPyê Bahçeliyî re civiya Serokomar Erdoganî aşkere kir ku ew ê hilbijartina pêşwext 24ê Hezîranê çêbikin.
18 Nîsan 2018
Doza Onderoglû, Korûr-Fîncanci û Nesînî wê Çiriya Pêşiyê berdewam bike
Doza derbarê Onderoglû, Korûn-Fîncanci û Nesînî de wê 10ê Çiriya Pêşiyê berdewam bike ku ji ber piştgirî dabûn rojnameya Ozgur Gundemê ya hatibû girtin doza “propagandaya rêxistinê” li ser wan hatibû vekirin.
18 Nîsan 2018
Ne'ileta mêrbûnê
Dema mirov bixwaze li ser tûndkariya hemzayendên xwe biaxive, gotin li gewriya mirovî asê dimînin. Ez dixwazim ji vê tespîtê dest bi nivîsîna gotara xwe bikim. “Tûndkariya mêran a li jin, hevzayend û li mêrên ji wan zeîftir. Ne bi tenê tûnkariya wan mêrên desthilatê dixwazin e. Herweha tûndkariya civakê bi xwe ye.”
18 Nîsan 2018
Alper Hasanoğlu
Xelatên 37emîn Mihricana Filman a Stenbolê hatin belavkirin
Di 37emîn Mihricana Filman a Stenbolê de Xelata Laleya Zêrîn a Navnetewî dan filmê bi navê “Westernê”. Di pêşbirka qada netewî de jî Laleya Zêrîn filmê Vûslat Saraçoglûyê yê bi navê “Borç” wergirt.
18 Nîsan 2018
Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz be
Êzidî, Çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê wek cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Cejna Çarşema Sor pîroz be.
18 Nîsan 2018
MGK: Bila Rewşa Awarte berdewam bike
MGK di bin serokatiya Erdoganî de kom bû û pêşniyara berdewamiya Rewşa Awarteyê kir.
18 Nîsan 2018
Kiliçdaroglû û Bûldanê derbarê nîqaşa hilbijartina pêşwext de daxuyanî da
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglûyî ji bo daxuyaniya Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê ya derbarê hilbijartina pêşwext de got, "Em ê li bendeyî aktorê esasî bin". Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldanê jî diyar kir ku "Bahçelîyî ew gotin ne bi serê xwe gotiye".
17 Nîsan 2018
Adîl Demîrcî, nûçegîhanê ETHAyê hat girtin
Adîl Demîrcî, nûçegîhanê ETHAyê piştî ku pênc rojan desteserkirî ma, ji hêla dadgehê ve hat girtin.
17 Nîsan 2018
Bijîşkekî got çekên kîmyayî nehatine bikarînan
Nivîskarê rojnameya Independentê, Robert Fisk ji bo lêkolînê çûye navçeya Dumayê ya Sûriyeyê. Fiskî di nivîsa xwe de diyar kiriye ku bijîşkê li nexweşxaneya wê derê gotiye çekên kîmyayî nehatiye bikarînan.
17 Nîsan 2018
Bahçelî: Bila hilbijartina pêşwext çêbibe, Hikûmet: Em ê binirxînin
Devlet Bahçelî Serokê Giştî yê MHPyê xwest ku hilbijartina pêşwext çêbibe û ji bo hilbijartinê jî 26ê Tebaxê nîşan da. Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdagî li ser vê daxuyaniyê axivî û got ku “Wê lijneyên me vê mijarê binirxînin”. Serokomar Erdoganî wê derbarê mijarê de sibê bi Bahçelî re bicive.
17 Nîsan 2018
Walîtîya Enqereyê hemî çalakiyên LGBTIyê qedexe kiribûn, Dadgeha Bilind dê biryarê bide
Walîtîya Enqereyê hemî kiriyar û çalakiyên LGBTyê(lezbîyen, gey, transeksûel, bîseksûel) qedexe kiribû. Kaos GLyê serî li Dadgeha Bilind daye.
17 Nîsan 2018
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Maliyeta “Operasyona Sûriyeyê”
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Fransa û Ingilîzîstan Sûriyeyê bi wê yekê sûcdar dike ku wê çekên kîmyayî bi kar aniye û ji ber wê hersê dewletan di 14ê Nîsanê de li Sûriyeyê dan. CNBCyê maliyeta wê operasyonê hesibandiye.
17 Nîsan 2018
Ingiltere û DYA: Dibe ku Rûsya êrîşa sîberê pêk bîne
Ingîltere û DYAyê daxuyaniyeke hevbaş belav kirin û îdi kirin ku Rûsya di asta kurewî de êrîşeke sîberê plan dike. Rob Joyce, Rayedarê Yekîneya Ewlekariya Sîberê yê Koşka Spî got, “Ev çekeke bi hêz e ya di destê dijmin de”.
17 Nîsan 2018
Polîsan rê neda ku CHP li Qada Taksîmê çalakiyê li dar bixe
Polîsan rê neda ku CHPyî di salvegera referandûma 16ê Nîsanê de li Qada Taksîmê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Çalakî li ber Konsolosxaneya Fransayê çêbû.
16 Nîsan 2018
Tansu Pişkin
Rûsya: Bersiva êrîşeke nû wê dijwartir be
Sergey Ryabkov Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, ew îdia piştrast nekirin ku Îngiltere dibêje Rûsya xebatên li Dûmayê yên heyeta OPCWyê asteng dike û got: “Heke ku DYA êrîşeke nû bibe ser Sûriyeyê wê bersiva wê dijwartir be”.
16 Nîsan 2018
Temaşevanên sînemayê “Xewna Bêreng” dît
Fîlma bi Zazakîyê ya bi navê “Hewno Bêreng” di Festîwala Fîlman ya Stenbolê de, li Sînemaya Atlasê duhî hat nîşandan.
16 Nîsan 2018
Li Şirnexê sê leşker mirine
Li Şirnexê endamên PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) êrîşî bingeheka leşkerî kirine, sê leşker mirine û leşkerek birîndar bûne.
16 Nîsan 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Macron: Me êrîşî Sûriyeyê kir, navbera Tirkiye û Rûsyayê vebû
Serokomarê Fransayê Macronî derbarê êrîşa li ser Sûriyeyê ya bi DYA û Îngiltereyê re pêk anine de got; “Bi van êrîşan re, me Tirk û Rûs di vê mijarê de ji hev veqetandin”.
16 Nîsan 2018
Amerîka, Fransa û Ingilîzîstanê li Sûriyeyê da
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Fransa û Ingilîzîstan Sûriyeyê bi wê yekê sûcdar dike ku wê çekên kîmyayî bi kar aniye û ji ber wê hersê dewletan serê sibeyê li Sûriyeyê dan.
14 Nîsan 2018
Li Xîzanê ji ber operasyonê derketina derve hatiye qedexekirin
Bi hinceta ku wê operasyon li dar bikeve, li gund û gundikên navçeya Xîzanê ya Bedlîse derketina derve hatiye qedexekirin.
13 Nîsan 2018
Murat Çelikkanî Xelata Mafparêziya Sivîlan stand
Di rêûrismeka li bajarê Stockholmê yê Swêdê, hev-dîrektorê Navenda Heqîqet, Edalet û Bîrê(Hafiza Merkezi), Murat Çelikkanî Xelata Mafparêziya Sivîlan stand ya 2018ê stand.
13 Nîsan 2018
Jinên ji mêrê xwe cida bûyîn dê bikarin paşnavê xwe li zarokên xwe bikin
Dadgeha Bilind diyar kir ku “mafê jina ji mêrê xwe cida bûyî û welayeta zarokên xwe standî heye ku paşnavê xwe li zarokên xwe bike, ew dikare vî mafî ji Dadgeha Malbatê bixwaze.”
13 Nîsan 2018
Du bikarhênerên medyaya civakî li Edeneyê hatine girtin
Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê ji 9 kesên ku bi hinceta parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî hatibûn desteserkirin, 2 kes hatine girtin.
13 Nîsan 2018
1
...
363
364
365
366
367
...
374
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver