TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 250
Huda Kaya: Serokatiya Kar û Barên Diyanetê rewa nîne
Huda Kaya, Parlamentera HDPyê bertek nîşanî wê daxuyaniya Dîyanetê ya derbarê LGBTİ+yan daye û gotiye: “Heke Diyanet dixwaze karê xwe bike, heke Diyanet dixwazê li ser navê olê biaxive, bila ji diziyê û ji destdirêjiya li zarokan tê kirin, biaxive.”
12 Hezîran 2020
Li Lubnanê ji ber qeyrana aboriyê xwepêşandan destpêkirine
Li Lubnanê ji ber zêdebûna bêkariyê û zihmetî û zorkêşiyên jîyanê xelk derketine kolanan û xwepêşandan li darxistiye.
12 Hezîran 2020
'Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa'
Malbata Mûsa Anterî ango Apê Mûsayî, ji bo sedsaliya jidayikbûna wî vîdeoyek amade kiriye. Bi dehan siyasetmedar, nivîskar, helbestvan, stranbêj û rojnameger di vîdeoyê de rojbûna Apê Mûsayî pîroz dikin.
12 Hezîran 2020
Rojnameger Muyesser Yildiz hatiye girtin
Rojnameger Muyesser Yildiza ku bi îdaya “Sîxuriya leşkeri û sîyasî" hatibû desteserkirin, hatiye girtin. Rojnameger Îsmaîl Dukel bi şertê kontrola edlî serbest berdane.
12 Hezîran 2020
Demîr: Li Qaymeqamiya Şîşliyê ji min re gotin, "Tu Kurdî çi karê te li Nîşantaşiyê heye"
Mehmet Nûrî Demîrî got ku “Cilûbergên fermî yên dewletî li xwe kirin û heqaret li min kirin, derb li min dan”. Demîr tevlî parêzera xwe Eren Keskînê çûye Qaymeqamiya Şîşliyê û giliyê wan kesan kiriye ku dibêje li min dane.
12 Hezîran 2020
Evrim Kepenek
Hunername: Klîp û albumên hefteyê
Di nava vê hefteyê de albuma muzîkê ya Mehmet Atliyî û ya Alî Jiyanî û ya Norah Jonesê derketiye. Her weha Aysel Borak, Hêja û Rohat Ciwanî jî video-klîpên nû weşandine.
12 Hezîran 2020
Ferid Demirel
Li Tirkiyeyê heta niha 174 hezar û 23 kes bi Covid-19ê ketine
Li Tirkiyeyê duh 17 kes mirine û nexweşî li 987 kesên din peyda bûye. Heta niha 174 hezar û 23 kes bi nexweşiyê ketine.
12 Hezîran 2020
Rapbêj Xemî video klîpeke nû weşandiye
Rapbêj Xemî ji bo strana xwe ya bi navê “Biyan”, video klîpek amade kiriye û ev klîp weşandiye.
11 Hezîran 2020
Bûldan: Ez ê ji Edîrneyê, Mîthat Sancar jî wê ji Colemêrgê bimeşe
Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûltan wê ji Edîrneyê û Hevserokê Giştî yê HDPyê Prof. Mîthat Sancar jî wê ji Colemêrgê “Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Derbeyan” bidin destpêkirin.
11 Hezîran 2020
Di nava 4 rojan de 19 rojnameger wê werin dadgehkirin
Piştî nexweşiya covid-19ê wê di navbera 22 û 26ê Hezîranê de herî hindik 19 rojnameger werin dadgehkirin.
11 Hezîran 2020
Erol Önderoğlu
Festîvala Filmên Jinan-Filmmor bi awayê online wê çawa bê temaşekirin?
18em Festîvala Filmên Jinan a Gerok a Navnetewî- Fîlmmor, bi pêşkêşkirina fîlman, hevpeyvîn, atolye û panelan wê di 12ê Hezîranê de bi awayê online dest pê bike. Di festîvalê de hemû bername wê belaş be.
11 Hezîran 2020
Trump: Serweriya Seattle-ê di destê terorîstên navxweyî de ye
Donald Trump, Serokê DYAyê bi nivîsa“Herêma Xweser a Seattle-ê” ya ku xwepêşandêran nivîsandiye hêrs bûye û bang li rayedarên herêmî kiriye û gotiye: “Bajarên xwe bi şûn ve bigirin. Ger hûn bi şûn ve negirin, ezê bigirim. Ev ne lîstikeke. Divê bilêz ev anarşîstên kirêt bên rawestandin.”
11 Hezîran 2020
Li cîhanê hejmara kesên bi Covîd-19ê ketine ji 7 milyon û 471 hezarî derbas bûye
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) ketine gihaştiye 7 milyon û 471 hezar û 73yan.
11 Hezîran 2020
Ji 81 Midûrên Karûbarên Perwerdeyê yên parêzgehan tenê 3 jê jin in
Wezareta Perwerdeya Netewî bersiva pirsên Mûazzez Orhan, Parlamentera HDPyê daye û gotiye ku "Ji 81 Midûrên Karûbarên Perwerdeyê yên parêzgehan tenê 3 jê jin in."
11 Hezîran 2020
Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji ber Covid-19ê xebatên xwe rawestandiye
Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û gotiye, parlamenter û karmendên parlamentoyê jî di nav de testa Covîd-19ê ya 197 kesî hatiye çêkirin. Ji ber ku encamên hinek testan pozîtîv derketiye, tevahiya kar û çalakiyên parlamentoyê ji bo du hefteyan rawestîne.
11 Hezîran 2020
Li Tirkiyeyê heta niha 4 hezar û 746 kes bi Covid-19ê mirine
Li Tirkiyeyê duh 17 kes mirine û nexweşî li 922 kesên din peyda bûye. Heta niha 173 hezar û 36 kes bi nexweşiyê ketine.
11 Hezîran 2020
Navê kujerê Olof Palmeyî hatiye eşkerekirin
Serdozger Krister Peterssonî gotiye ku Stig Engströmê weke Skandiamannan dihate naskirin, kujerê Olof Palmeyî ye.
10 Hezîran 2020
HDP ji bo Guven û Farisogullariyî wê serî li Dadgeha Destûrî bide
Sarûhan Olûç, Wekîlê Serokê Koma HDPê, aşkere kiriye ku li dijî betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û Musa Farisogullariyî ew ê serî li Dadgeha Destûrî bidin.
10 Hezîran 2020
George Floydê afro amerîkî hatiye binaxkirin
Ji bo George Floydê ku bi tundiya polêsan miribû, heta niha li 3 eyaletên cuda 3 merasim hatine lidarxistin. Herî dawî Houstonê, bajarê Texasê merasîmek hatiye pêk anîn û Floyd liv ir hatiye binaxkirin.
10 Hezîran 2020
Li Herêma Kurdistanê heta niha 30 kes ji ber Covid-19ê mirine
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê li Helebceyê 5 kes, li Hewlerê jî 26 kesên din bi vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê ketine. Heta niha 29 kes li Herêma Kurdistanê mirine.
10 Hezîran 2020
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Serokomar Erdoganî derbarê Covîd-19ê de biryarên nû aşkere kiriye
Li gorî biryarên ku Erdoganî aşkere kirine, welatiyên salên wan ji 65an berjortir wê bikaribin her roj di navbera saetên 10.00-20.00an de derkevin derve. Ji bo kesên temenê wan di bin 18an de ne jî bi şertê ku dê û bavên wan li gel bin, qedexeya wan a derketina derve rabûye.
10 Hezîran 2020
Dilgeşê 3 salî û dêya wî tehliye bûne
Piştî ku Parêzer Berdan Acûnî hefteya borî ji bo tehliyekirina wan serî li dadgehê dabû, duh biryara tehliyeyê ji bo Dilgeşê 3 salî û dêya wî Gonul Aslanê hatiye dayîn.
10 Hezîran 2020
Kelemçeya elektronîk xistine lingê Mahmût Alinakî
Kelemçeya elektronîk xistine linge nivîskar û siyasetmedar Mahmût Alinakî. Alinakî ev helwest şibandiye ya kolonyalîstan ku li Afrîka û Amerîkayê toq dixistine stuyê koleyan.
10 Hezîran 2020
Leyla Guven serbest bûye
Leyla Guvena ku tevlî Enis Berberoglû ve Mûsa Farisogûllariyî parlamenteriya wê hatibû betalkirin û girtin, hatiye tehliyekirin.
10 Hezîran 2020
Li Tirkiyeyê heta niha 172 hezar û 114 kes bi Covid-19ê ketine
Li Tirkiyeyê duh 18 kes mirine û nexweşî li 993 kesên din peyda bûye. Heta niha 172 hezar û 114 kes bi nexweşiyê ketine.
10 Hezîran 2020
Gokçe Gokçen: "Berpirsiyariya me hemûyan e ku em mafê jiyanê yê her kesî biparêzin"
Gokçe Gokçen, Cîgira Serokê Giştî yê CHPê bal kişandiye li ser tundkarî û cudakariya li dijî LGBTİ+yan û banga têkoşîna li dijî sûcên nefretê kiriye.
9 Hezîran 2020
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
DYAyê cezayên nû li Îranê biriye
Wezareta Darayî ya DYAyê ragihandiye, wan ceza dane du şîrketên Îranê. Herdu şîrket di kerta veguhastina deryayî de kar dikin.
9 Hezîran 2020
Cendekê kurê wê di qutiyeke plastîk de dane wê
Cendekê Burhan Altintaşî piştî 27 salan di qutiyeke plastîk de dane dêya wî. Sabîha Altintaş, dêya Bûrhan Altintaşî gotiye: "Ez bi salan li bendê bûm ku rojekê kurê min were û wî hembêz bikim lê hestiyên wî di qutiyeke plastîk de dan min."
9 Hezîran 2020
WHO: Tedbîrên li dijî koronayê sist nekin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) bang li dewletan kiriye ku tedbîrên li dijî vîrusa koronayê ango Covid-19ê sist nekin.
9 Hezîran 2020
6 kesên li Amedê hatibûn desteserkirin, hatine girtin
Li Amedê ji 7 rêveberên HDP, DBP û Komeleya Jinan a Rosayê yên hatibûn desteserkirin 6 ji wan hatine girtin û ew şandine girtîgehê.
9 Hezîran 2020
HDP wê ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve bimeşe
HDP wê di 15ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê bimeşe. Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Derbeyê” wê di 20ê Hezîranê de bidawî bibe.
9 Hezîran 2020
Li Wanê di encama êrişekê de 2 karker mirine
Li Wanê êrişek li dijî wesayîta servîsê karkeran pêk hatiye. Di encama êrişê de 2 karker mirine, 8 karker jî brîndar bûne.
9 Hezîran 2020
1
...
248
249
250
251
252
...
259
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver