Li Fransayê di şevekê de 667 kes hatine desteserkirin
Xwepêşandanên ku piştî qetilkirina Nahel M. ya 17 salî li Fransayê dest pê kiribûn, duh bi şev jî dewam kirine. Di xwepêşandanên ku li gelek bajaran belav bûne û di roja sêyemîn de berdewam dikin de 667 kes hatine desteserkirin û zêdeyî 240 polîs jî birîndar bûne.