Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Fransayê piştî ku ajokarê 17 salî Nahel M. di encama gulebarana polîsan a di 27ê Hezîranê de miribû, li bajarên cuda di bûyerên navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de 667 kes hatine desteserkirin.
Di xwenîşandana ji bo bîranîna ciwanê li Nanterre ku Nahel lê hatibû kuştin, duh (29ê Hezîranê) piştî nîvro, pevçûna ku di navbera polîs û çalakvanan de dest pê kiribû, tevahiya şevê dewam kiriye.
Wezîrê Navxweyî ê Fransayê Gerald Darmanin li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku li seranserê Fransayê herî kêm 667 kes hatine desteserkirin.
Darmanin diyar kiriye ku di çalakiyan de 249 polîs û cendirme jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya duh ya wezîr de weha hatibû gotin; 40 hezar cendirme û polîs li seranserê welêt hatine wezîfedarkirin, ku 5 hezar ji wan li Parîsê ne.
Bixwîne-Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatine desteserkirin
Midûriyeta Polîsan a Parîsê jî ragihandiye ku bi şev li navenda bajêr li 1569 cihan şewat derketiye.
Li gorî nûçeya rojnameya Frensî Le Figaroyê ji kesên hatine desteserkirin jê 242 kes li Parîsê hatine desteserkirin û piraniya kesên hatine desteserkirin temenê wan di navbera 14 û 18 salî de ne.(RT/AY)