Derbarê Tanjû Ozcan, Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin
Tanjû Ozcan, Şaredarê Bolûyê diyar kiribû ku bihayê fatûreyên avê û bacên zibilî yên kesên biyanî wê 10 qat zêde bibe. Ji ber van gotinan derbarê Tanjû Ozcan, Şaredarê Bolûyê de bi tohmeta ku “bi awayekî xirap wezifeya xwe bikaranîye” û “nefret û cûdakarî kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin.