Derbarê Tanjû Ozcan, Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin
Tanjû Ozcan, Şaredarê Bolûyê diyar kiribû ku bihayê fatûreyên avê û bacên zibilî yên kesên biyanî wê 10 qat zêde bibe. Ji ber van gotinan derbarê Tanjû Ozcan, Şaredarê Bolûyê de bi tohmeta ku “bi awayekî xirap wezifeya xwe bikaranîye” û “nefret û cûdakarî kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî a Bolûyê derbarê Tanjû Ozcan, Şaredarê CHPyî de ji ber daxuyaniyên wî yên têkildarî biyaniyan lêpirsîn daye destpêkirin.
Serdozgeriya Komarî a Bolûyê derbarê Tanjû Ozcan, Şaredarê CHPyî de ji ber daxuyaniyên wî yên têkildarî zêdekirina bihayê hin xizmetên şaredariyê yê ji bo “kesên biyanî” lêpirsîn daye destpêkirin.
Li gorî zanyariyên ku li çavkaniyên serdozgeriyê hatine bidestxistin, lêkolîna giliyê ku derbarê Ozcanî de hatiye kirin, destpê kiriye.
Serdozgeriyê derbarê Tanjû Ozcan, Şaredarê Bolûyê de bi tohmeta ku “bi awayekî xirap wezifeya xwe bikaranîye” û “nefret û cûdakarî kiriye” lêpirsîn daye destpêkirin.
(DŞ/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.