"Zarokên kurdan an bi wesayitên zirxkirî yan jî bi bermahiyên şerî dimirin”
Li gorî rapora Baroya Amedê di 10 salên dawiyê de ji ber wesayitên zirxkirî û bermahiyên şerî 67 zarok mirine, bi sedan jî birîndar bûne. Serokê Baroya Amedê Nîhat Erenî diyar kir ku bûyer li bajarên kurdan pêk tên.