Li Şirnexê 3 leşker mirine
Li navçeya Silopyayê ya Şirnexê di navbera leşker û PKKyiyan de şer û pevçûn qewimî ye. Di encamê de sê çawişên pispor mirine.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Gundê Korselî yê navçeya Silopyaya Şirnexê di navbera leşker û PKKyiyan de şer û pevçûn qewimî ye. Di encamê sê leşker mirine, yek jî birîndar bûne.
Çawişê pispor Ayhan Yanik ê 26 salî wê li Adiyamanê, Mehmet Uçar ê 28 salî wê li Hatayê û Muhammed Ferdî Guntekînê 27 salî wê li Erziromê werin binaxkirin.
Cenazeyê leşkeran duh di saetên êvarê di piştî merasîma li 23yem Fermandariya Tumena Piyadeyan a Şirnexê ji Balafirxaneya Şerafettin Elçiyî ya Şirnexê şandibûn bajarên wan. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.