Berdevka CHPê Boke: “Dibe ku em ji Meclîsê vekişin”
Berdevka Partiyê ya CHPê got “Divê ev referandûm were dubarekirin. Ji bo wê divê ti şika we tune be ku em ê hemû mafên xwe yên demokratîk bikar bînin. Dema ku dibêjin her cure, di nava wê de vekişîna ji Meclîsê jî û berdewamiya xebatê jî di nav de ye”.