Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
LRNya nû ya CHPê li piştî kongreya 37emîn a partiya xwe yekem civîna xwe li şemiya borî pêkanîbû.
Lîsteya LRNya ku ji 16 kesan pêk hatiye ku weke taxima A ya Kiliçdaroglûyî tê zanîn dîyar bûne.
Ogûz Kaan Salici bûye Cîgirê Serokê Giştî ê Berpirsiyartiya Rêxistinan, Faîk Oztrak bûye Berdevkê Partiyê û Selîn Sayek Boke jî bûye Sekretera Giştî a Partiyê.
Temamiya lîsteyê weha ye:
Fethî Açikel (Platforma Çand, Rêvebirî û Zanistê)Bi, Onûrsal Adiguzel (Teknolojiyên Ragihandinê û Zanistê), Veli Agbaba (Saziyên Civaka Sivîl û Zenaet-Esnaf û Sendîkayên Karkeran), Ahmet Akin Ahmet (Projeyên Binesaziyê û Enerjiyê), Muharrem Erkek (Karên Hilbijartinê û Hiqûqê), Gokçe Gokçen (Polîtîkayên Ciwanan), Gamze Akkuş İlgezdi (Têkiliyê bi Gel re û Nasandin), Lale Karabiyik (Polîtîkayên Perwerdehîyê), Gulizar Biçer Karaca (Mafên Mirovan), Bulent Kuşoglu (Karên Darayî û Îdarî), Faik Oztrak (Rêxistinên Kardayînê û Polîtîkayên Aborîyê)- Berdevkê Partiyê, Ali Oztunç (Jîngeh-Mafên Xwezayê), Ogûz Kaan Salici (Rêxistinkirina ji Derve, Rêvebiriya Rêxistinê û Rêxistina Partiyê), Yuksel Taşkin ( Polîtîkayên Civakî), Seyît Torûn (Rêvebiriyên Herêmî) Selin Sayek Boke (Sekretera Giştî).
Vegera Bokeyê
Selîn Sayek Boke aşkere kiribû, wê di meha Gulana 2017an de ji Cîgiriya Serokê Giştî û ji Berdevkiya Partiyê îstifa kiriye.
Bokeyê li piştî referandûmê di 16 Nîsanê de polîtîka û rêvebiriya partiya xwe rexne kiribû û wezîfeya xwe bi cîh hîştibû û diyarkiribû, ewê weke endama meclîsa partiyê di nava partiyê de jiyana xwe ya sîyasî bidomîne.
Li wê rojê heta niha Bokeyê weke parlamenter di nava partiya xwe de kar dikir. Niha vegeriyaye û dîsan bûye endama LRN ya partiya xwe. (PT/AY)