HDPyê Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kiriye
HDPyê gotiye ku "Rojnameya Kurdistanê 122 sal berê li sirgûniyê dest bi çalakiyên xwe yên rewşenbîrî û rojnamageriyê kir, lê di ser re ewqas sal derbas bin jî, çalakiyên rewşenbîrî û rojnamegeriya Kurdî her tim rastî zilm, zor, qedexe û fişarên giran hat."