Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek weşandiye. Daxuyaniya nivîskî li ser navê Tayîp Temel, Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDPyê hatiye weşandin. Temelî di peyama xwe de gotiye ku "Di tarîtiya salên 90an de ji ber ku pabendên heqîqetê û dilsozên rastiya gelê xwe bûn, gelek rojnamegerên Kurd hatin qetilkirin, revandin û di zindanan de hatin cezakirin, lê baweriya wan bi tu awayî nehate şikandin. Ev berxwedan, şanaziya rojnamegerên Kurd, rûreşiya rejîmên faşîst e ku li rûpelên dîrokê hatiye nexşandin."
Tayîp Temelî wiha gotiye:
"22ê Nîsana 1898an di dîroka rewşenbîrî û çalakiyên çapemeniya Kurdî de rojeke dîrokî û girîng e. 122 sal berê li Qahîreya paytexta Misrê, ji aliyê Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve yekem car rojnameyeke bi navê Kurdistanê hat derxistin. Rojname 15 rojan carekê dihat çapkirin û bi tevahî 31 hejmarên wê hatin derxistin. Her çend Rojnameya Kurdistanê ji ber zext û fişaran li diyasporayê hatibe derxistin jî, tîrêjên wê her tim Kurdistan geş kiriye û îro riya hezaran rojnameger û rewşenbîrên Kurd ronî kiriye. Ji ber vê taybetmendiya wê ya dîrokî, ew roj ji sala 1973an heta niha wek Roja Rojnamegerên Kurd tê qebûlkirin û pîrozkirin.
"Dîroka çapemeniyê Kurdî, dîroka xwedîderketina zimanê dayikê, nasname û welat e. Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din, dîroka rewşenbiriya Kurdî û serencama berxwedaneke domdar e, ku xwe li ber bayê her cure zext û zordestiyê wergirtiye û di riya şopandina heqîqetê û ronahiyê de hêjayî pesn û payeyên qedirbilind e.
"Rojnameya Kurdistanê 122 sal berê li sirgûniyê dest bi çalakiyên xwe yên rewşenbîrî û rojnamageriyê kir, lê di ser re ewqas sal derbas bin jî, çalakiyên rewşenbîrî û rojnamegeriya Kurdî her tim rastî zilm, zor, qedexe û fişarên giran hat. Di tarîtiya salên 90an de ji ber ku pabendên heqîqetê û dilsozên rastiya gelê xwe bûn, gelek rojnamegerên Kurd hatin qetilkirin, revandin û di zindanan de hatin cezakirin, lê baweriya wan bi tu awayî nehate şikandin. Ev berxwedan, şanaziya rojnamegerên Kurd, rûreşiya rejîmên faşîst e ku li rûpelên dîrokê hatiye nexşandin.
"Ji 1898an heta tarîtiya salên 90an, ji salên 90an heta 2020an, çalakiyên Rojnamegeriya Kurdî tu sînorên barbariyê û bariyerên faşîzmê nas nekiriye. Her çend piştî derbeya 15’ê Tîrmehê hemû rojname, ajans, kovar, çapxane û kanalên TV’yê hatibin girtin û gelek Rojnamegerên Kurd di zindanan de hatibin cezakirin jî, îro ew alaya Mîqdat Mîdhed Bedirxan û Mûsa Anteran li erdê neketiye û şopa heqîqetê bi serbilindî didome. Rojnamegerên Kurd ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemînin îro jî, li ber xwe didin, lewre tên girtin, cezakirin û rastî zext û fişaran tên.
"22ê Nîsanê, Roja Rojnamegerên Kurd û çapemeniya Kurdî û 122yemîn salvegera damezrandina Rojnameya Kurdistanê li temamî kedkarên çapemeniya Kurdî pîroz be! Bi boneya vê rojê, em hemû şehîdên çapemeniya Kurdî bi rehmet, bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînin. (FD)