Greva kedkarên tenduristiyê dest pê kiriye, korîdorên nexweşxaneyan vala bûne
SES, Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê yên Şoreşger, Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê û Xizmetguzariya Civakî ya Giştî û nexweşan piştgirî dane banga greva rojekê ya TTByê. Ji ber ku nexweş neçûne nexweşxaneyan korîdor vala mane.