Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku qanûn hatibû guhertin û mafên pîşeyî yên kedkarên tenduristiyê bi paş de hatibûn girtin, Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) bang li kedkarên tenduristiyê kiribû û xwestibû li seranserê Tirkiyeyê rojekê dest bi kar berdin.
Kedkarên tenduristiyê li ser vê bangê, îro kar nekirine û ev guhertin protesto kirine.
Li nexweşxaneyan ji bilî nexweşên lezgîn, ên diyalîz û pençeşêrê, nexweşên giran û beşên lezgîn ên zarokan, ti nexweşên din nayên dermankirin an jî kontrolkirin.
Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetguzariya Civakî (SES), Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê yên Şoreşger û Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê û Xizmetguzariya Civakî ya Giştî piştgiriyê didin banga TTByê.
Piştî banga ji bo grevê, nexweş jî ji bo piştgiriya bi kedkarên tenduristiyê re, neçûne nexweşxaneyan. Di encama vê rewşê de korîdorên newxeşxaneyan vala mane.
Kedkarên tenduristiyê dixwazin şert û mercên wan ên pîşeyî baştir bibin û li dijî tundkariya di dema kar de li wan dibe, şert û mercên parastinê werin avakirin û qanûn wan biparêze. (RT/FD)