DMMEyê 130 hezar Euro ceza li Tirkiyeyê biriye
DMMEyê têkildarî serlêdana Mûrat Yilmaz û Bişar Ayhan biryar daye. Li gorî biryarê wê Tirkiye 130 hezar Euro tezmînatê bide. Yilmaz û Ayhan 12 sal berê bazirganiya sînor dikirin, di dema bazirganiyê de li baregeha leşkerî gule bera wan hatiye dayîn. Di encamê de Yilmaz dimire, Ayhan jî brîndar dibe.