TÊKOŞÎNA GUHERÎNA NAV YA JINA TRANS
Dadgeha Destûrî: Rêz li jiyana taybet a jina trans nehatiye girtin û mafê wê binpê bûye
Dadgehê Esliyê serlêdana jina transa ku xwestibû navê wê biguhere bi hinceta “emeliyata guherîna zayendê nebûye, ger navê jinan were lêkirin, dibe ku di nava civakê de têgihiştinên şaş çêbin" qebûl nekiribû. Dadgeha Destûrî biryar daye ku rêz li jiyana taybet a jina trans nehatiye girtin û mafê wê binpê bûye.