Fotograf:: Berrin Simavlioglû / KaosGL.org
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî têkildarî serlêdana jina trans ya bi navê D.yê ku xwestibû navê xwe biguhere, biryar daye. 12em Dadgeha Hiqûq û Esliyeyê ya Enqereyê daxwaza guhertina nav ya jina trans qebûl nekiribû.
Li gorî nûçeya Yildiz Tarê ku li KaosGL.orgê belav bûye, 12em Dadgehê Hiqûq û Esliyê ya Enqereyê serlêdana jina transa ku xwestibû navê wê biguhere bi hinceta ku “emeliyata guherîna zayendê nebûye, ger navê jinan were lêkirin, dibe ku di nava civakê de têgihiştinên şaş çêbin" qebûl nekiribû. Dadgeha Destûrî biryar daye ku rêz li jiyana taybet a jina trans nehatiye girtin û mafê wê binpê bûye.
Dadgeha Destûrî têkildarî serlêdana D.yê di biryarê de destnîşan kiriye ku mafê navî mafek e ku bi jiyana takî ve girêdayî ye û dibe hêmaneke bingehîn a kesayetiya wî û dibe hêmaneke jiyana taybet a kesî.
Engîn Yildirim, endamê Dadgeha Destûrî sedem nîşandaye û tevlî biryarê bûye, Recaî Akyel û Selaheddîn Menteş jî li dijî biryarê deng bikaranîne.(EMK/AY)