Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji bo zimanê Lazî hat wergerandin
Enstîtuya Lazan ku li ser ziman û çanda Lazan dixebite, Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji bo zimanê lazî wergerand. Enstîtuyê ji bo armanca vê xebatê weha gotiye,"Ev werger, nîşan dide ku Lazî ne tenê di jiyana rojane de di mijarên gerdûnî de jî xwedî hêza vegotinê ye."