Balûkenî mafê namzetiyê winda kir, ya Gulgenî jî nehat qebûlkirin
Abdullah Gulgenê ku li ser navê HDPyê bibû namzetê Şirnexê û di rêza yekê de hatibû diyarkirin, ji ber nekarîbû biryara îadekirina mafên yasayî werbigire, ji hêla YSKyê serlêdana wî nehatiye qebûlkirin. Ji ber ku cezayê Idrîs Balûkenî hatiye erêkirin, wî mafê namzetiyê winda kiriye.