Îdrîs Balûken ji girtîgehê derketiye
.jpg)
Fotograf û çavkanî: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê İdris Balûken piştî 6 sal û 5 meh û rojekê de girtîgehê de maye, ji Girtîgeha Sîncanê derketiye.
Balûken dema Wekîlê Serokê Koma HDPyê bu Serokwekîlê HDPyê bû, di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016an de hatibû desteserkirin û girtin û li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû darizandin. Dadgehê 9 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê birîbû.
Di danişîna 30ê Kanûna Paşiyê ya 2017an de derbarê wî de biryara berdanê hatibû dayîn û ji girtîgehê derketibû. Lê Serdozgeriya Komarî ya Amedê li dijî vê biryarê derketibû û piştî 22 rojan di 21ê Sibata 2017an de ji nû ve hatibû girtin û ew şandibûn girtîgehê. (TY/HS/FD)
*Stajyera bianet kurdiyê Helen Sarıgülê ev nûçe ji tirkiyê wergerandiye