Nîvê Parlamentoya Zelandaya Nû jin in
Piştî hilbijartina giştî nîvê Parlamentoya Zelandaya Nû jin in. Rêjeya LGBTI+yan ji sedî 11 e. Rêjeya nûneriya gelen Maorî û Pasifîkê ji serjimarên wan zêdetir e. Di Lijneya Wezîran de 20 wezîr hene ku 8 ji wan jin in. Dîsa ji 5 wezîr jî ji Maoriyan hatine hilbijartin.