Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Almanyayê bi awayekî fermî wê lêborînê ji wan hevzayendan bixwaze k udi dema Naziyan de ji ber tercîhên xwe yên zayendî ceza xwarine. Pêşnûmeya derbarê mijarê de duh di Lijneya Wezîran de hate pesendkirin û divê li Parlamentoyê bê erê kirin.
Wezareta Dadê aşkere kir ku ligel lêborînê wê tazminata manewî jî bidin mexdûra. Li gorî vê rewşê ji bo her mexdûrî wê 3 hezar avro bê dayin. Herwiha ji bo her sala ku di girtîgehê de mane jî wê 1500 avro bê dayin.
Wezîrê Dadê Heiko Maas di daxuyaniya xwe ya sala derbasbûyî de gotibû ku wan dest bi amaderakiya pêşnûmeyê kirine û wan ji bo tazmînatan 300 milyon avro budce veqetandine.
Maas di daxuyaniya xwe ya ku duh dabû de got: “Hêza dewleteke hiqûqê ji biryardariya wê ya di mijara sererastkirina xeletiyên xwe de derbas dibe. Ne tenê mafê me yê kirina vî tiştî lê mecbûriyeta me jî heye.”
Di dema Naziyan de tê texmînkirin ku 68 hezar û 300 hevzayend ji Xala 175 ceza xwarine. Wezareta Dadê çavlirêye ku 5 hezar kes ji bo vî tiştî serî lê bide.
Derbarê Xala 175ê de
Xala 175ê ji bo cezakirina hevzayendan hatibû amadekirin û di sala 1871ê de xistin nava Yaseya Ceza ya Almanyayê. Yaseyê ‘tevgerên di navbera meran an jî mirov û ajalan de ji derveyî xwezayê” dinirxand.
Piştî sala 1935an di dema rejîma Naziyan de zêde zêde hat bikar anîn. Herwiha Naziyan çarçoveya vê xalê berfirehtir kirin û bêyî ku ti temaseke fizikî çêbibe, hemû tevgerên di navbera meran de krîmînalîze kir. Ji vê xalê bi deh hezaran hevzayend şandin kampên berhevkirinê.
Heman xal piştî ku kampên berhevkirinê hatin valakirin jî di meriyetê de ma. Hin girtî piştî ku ji kampan derketin du sal cezayê girtîgehê wergirtin.
Li Almanyayê hevzayendî di sala 1969an de dekrîmînalîze bû. Lê Xala 175ê di sala 1994an de ji yaseya cezayê hat derxistin.
(ÇT/FD)
* Me ev nûçe ji Independent û Deutsche Welleyê berhev kir